• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

    Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

    Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

    MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

    MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

    Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

    Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

    Şehîdên Tevgera Azadiyê li Stenbolê tên bibîranîn

    MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

    MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê jin bi awayekî temsîliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin’

Enqere / AW

4 ÎLON 2026 - 15:55
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ku di komcivîna 3emîn a KESKê ya jinan de axivî û diyar kir ku civaka demokratik dê bi pêşengiya jinan ava bibe û wiha got: “Divê jin bi awayekî temsîliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin.”

Komcivîna 3emîn a jinên endamên Konfederasyona Sendikaya Karkerên Giştî (KESK), li oteleke Enqereyê tê lidarxistin. Endam û nûnerên sendîkayên navneteweyî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek jin tev li komcivînê bûn.

Di komcivînê de ewilî Sekretera Jinan a KESKê Done Gevher axivî. Done Gevher bi bîr xist ku wan komcivîna xwe ya 2yemîn di sala 2004an de li dar xistibû û wiha got: “Îro jî em komcivîna xwe ya 3yemîn di serdemekê ku maf û azadî tê binpêkirin, qada demokrasiyê tê tengkirin û taybet kedkarên jin û karker herî zêde bandora krîza aborî li ser wan heye û kuştinên jinan zêde bûnê de li dar dixin. Xîzanî her ku diçê zêde dibe. Betalî zêde dibe. Taybet jî jinên ciwan nikarinê kar bibînin. Beriya vê komcivînê jî me li gelek bajaran atolye û panel li dar xistin. Mijarên komcivînê jî bi awayekî hevpar diyar kirin. Bi komcivînê em ê nexşereya xwe ya têkoşînê diyar bikin. Em ê biryardariya xwe ya têkoşînê di vê komcivînê de careke din destnîşan bikin. Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Jin jiyan azadî.”

‘Jin dê li dijî şer xwedî li aştiyê derbikevin û pêşengiyê bikin’

Piştre jî Hevseroka KESKê Ayfer Koçak axivî. Ayfer Koçak jî bi lêv kir ku jin di têkoşîna sendîkayê de ji aliyekî ve li dijî dewletê têdikoşin û ji aliyê din vê jî li dijî desthilatiya zilam têdikoşin û wiha got: “Pergal azadiya jinan ji dest digire û bi vî awayî serî tewandinê li ser civakê ferz dike. Jin di şert û mercên herî dijwar ên faşizmê û şer de pêşengiya civakê dikin. Jinan di têkoşîna xwe de dirûşmeyên, ‘Jin jiyan azadî’ qîr kir û di hemû şertan de jin dikarin werin li cem hev û têkoşîna hevpar bilind bikin. Em mîrateya xwe têkoşînê ji vir digirin. Em ê di vê komcivînê de jî li ser têkoşîna hevpar çawa mezin bikin nîqaş bikin. Em di welatekî ku jin rastî kuştinê tên, keda wan tê binpêkirin de vê nîqaşê li pêş dixin. Her wiha tevî qanûna çarçoveyî jî hê jî pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk nehatiye çareserkirin. Helbet çêkirina qanûnê girîng e lê ev gaveke biçûk e. Li vê erdnîgariyê êşên mezin qewimîn. Jin dê li dijî şer xwedî li aştiyê derbikevin û pêşengiyê bikin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona qala têkoşîna kesên bi KHKêyan ji kar hatinê dûrxistin dike, hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê berpirsa Sendîkaya Giştî ya Navneteweyî ya Swêdê Karin Brunzell axivî. Karin Brunzell jî qala serpehatiyên Swêdê ya têkoşîna sendika û karkeran kir û girîngiya têkoşîna hevpar a jinan destnîşan kir. Piştrê jî peyamên sendîkayên navneteweyî yên bi dîmen ku ji komcivînê re hatibûn şandibûn, hate temaşekirin.

Ji Yekitiya Tabîpên Tirk (TTB) Ayşe Tekîngil jî bi lêv kir ku ew ji bo beşdariya komcivînê bi kêfxweş e û got ku ew dê têkoşîna hevpar bilind bikin.

‘Divê jin bi awayekî temsiliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin’

Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî anî ziman ku têkoşîna KESKê ya li dijî kedxwariyê ji wan re dibe ronahî û wiha got: “Her mafê ku me bi destxistiye bi têkoşînê bi pêk hatiye. Ji bo wê jî ez hemû jinên di têkoşîna ked û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi hezaran jinên kedkar ji bo mafê xwe yê sendîkayî dibin hedefa dewlet û sermayayê. Têkoşîna me jî ji bo ked, nasname û wekheviyê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir, ne tenê pêvajoyeke siyasî ye. Di heman demê de demokratîkkirina civakê û azadiya jinan e. Têkoşîna azadiya jinan û demokrasiya civakî ji hev ne qût in. Em ê jiyana demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin. Divê jin bi awayekî temsiliyeta wekhev di mekanîzmayan de cih bigirin. Her wiha zilma KHKyan bi dawî bibe. Girtiyên siyasî bên berdan û talana xwezayê bi dawî bibe. Ev yek daxwaza me hemûyan e.”

‘Bêyî jinan aştî nabe’

Aktivîsta TJAyê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku ew hêvî dikin ev komcivîn bibe wesileya aştî û azadiyê û wiha axivî: “Em îro her çiqas di vê komcivînê de dikaribin biaxivin jî lê em ji ber qurbaniyên xwe xemgîn in. Ji ber ku bi têkoşîna wan em îro hatine vir ev jî serbilindahî ye. Ez hemû qurbaniyên di xebata têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêvî û baweriya min ew e ku weke jin em ê têkoşîna hevpar a jinan bilind bikin. Jin dê qadên têkoşînê fireh bikin. Divê li dijî pergala kapîtalîzmê ya keda jinan tine dike û xwezayê talan dike, em jiyaneke demokratik û alternatif ava bikin. Jin jî têkoşîna vê yekê dikin. Hêvî û baweriya min ew e ku têkoşîna jinan dê bi ser bikeve. Desthilat û dewlet çiqas me tine dihesibîne jî em ê li her derê hebin. Qanûna çarçoveyî helbet girîng e. Bêyî jinan aştî nabe.”

Piştre jî ji Komeleya 10ê Cotmehê Ayşegul Duman axivî. Ayşegul Duman diyar kir ku di 25ê Mijdarê de doza qurbaniyên komkujiya 10ê Cotmehê heye û wiha got: “Komkujiya 10ê Cotmehê li dijî daxwaza jiyana hevpar bû. Ji bo wê divê em hevdu bi tenê nehêlin. Hevî dikim em careke din rastî komkujiyên bi vî rengî neyên.”

Endam û nûnerên sazî û partiyên siyasî jî di komcivînê de axivîn û giringiya têkoşîna hevpar a jinan anîn ziman. Piştî axaftinan komcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Komcivîn dê 3 rojan bi kargehan berdewam bike.

 

Etîket: Komcivîna 3yemîn a KESKê ya Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne