Êlih – Li Êlihê bi hatina demsala payîzê re welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kir. Jinên kedkar ku zend û bendên xwe badan dest bi çêkirina tirşika qewanozan kir.
Bi hatina mehên payîzê re li gelek bajarên Kurdistanê welatî dest bi çêkirina tirşika qewanozan dikin. Li Êlihê jî dest bi çêkirina tirşika şûşeyan ango qewanozan kir. Ev çanda çêkirina tirşika qewanozan ango şûşeyan bi salan e ku li Kurdistanê berdewam e. Bi heman awayî li Êlihê jî jinên kedkar di saetên serê sibê de berê xwe didin bazarê û dikanan, li cihên ku firingî, bacanê reş, îsot û gelek berhemên ku ji bo çêkirina tirşikê erzan in li wir distînin.
Li gorî salên borî îsal bihayên sebzeyan gelek zêde ye û xelk ji ber bihabûnê nikare zêde tirşika şûşeyan çêbike. Tevî zehmetiyên aboriyê jî xelk li Kurdistanê amadekariyên zivistanê dike û naxwazin zivistana wan bêberhemên havîn û payîzê bimîne.
Li Êlihê jinan zend û bendên xwe badaya û tevî zehmetiyan jî tirşika şûşeyan çêdikin û ji bo zivistanê amade dikin.















