Endamê Meclisa Partiyê yê PJAKê Ehwen Çiyako ragihand ku civaka demokratîk bi avakirina zemîneke hevpar a hevjiyana azad û wekhev ava dibe û got: “Ferzkirina yek modela siyasî yan çandî li ser civakeke neteweyî, kêmbûna edaletê kûrtir dike. Divê hemû hêz û neteweyên cuda bi hev re li ser paşeroja welat biryarê bidin.”
Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di konferansa “Li Îranê krîza mafên mirovan; Li ser bingeha hevkarî ber bi pêngaveke hevpar ve’ ku di 25-26ê Îlona 2026an de li paytexta Norwêcê Osloyê hat lidarxistin, axaftinek pêşkêş kir.
Ehwen Çiyako diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên wekî darvekirin, êşkence û binçavkirinên bêserûber ne tenê pirsgirêkek biçûk in, lê belê nîşaneya avahiya pergalê ya binpêker in û got: “Her wiha zextên ewlehî û aborî li seranserê herêmê di heman astê de nînin, lê belê herêmên wekî Kurdistan û Belûçistanê ji gelek aliyan ve bi cudakarî û binpêkirinên cidî bûye ku têde cudahiyên siyasî, etnîkî netewî, ziman û olî tevlîhev bûye.”
Endamê Meclisa PJAKê Ehwen Çiyako destnîşan kir ku hevkariya hêzên siyasî û sivîl ên cuda li ser bingeha mafên mirovan xwedî girîngiyeke taybete û ev nirxandin kir: “Dibe ku li ser saziya siyasî ya pêşerojê û şêwazê rêveberiyê nêrînên me yên cuda hebin, lê li ser jiyan, azadî, rûmeta mirovan, edalet û destûra beşdariya siyasî; divê em bibin yek û ev yek bibe sedema têgihîştina hevpar a li ser paşerojê.”
Ehwen Çiyako anî ziman ku yek ji destketiyên mafên mirovan ên modern ewe ku hemû mirov li pêşberî hiqûqê wekhevin û dewlet nikare mafên wan li ser bingeha nasname, ol, cins, ziman an têkiliyên civakî binpê bike û got: “Ev prensîb bêyî tu belgeyeke îdeolojîk divê bê parastin. Ravekirin, civaka demokratîk nayê wateya rakirina cudahiyan, lê belê bi fermî naskirin û avakirina zemîneke hevpar a hevjiyana azad û wekheve. Ji ber vê yekê em wekî Partiya PJAK’ê piştgiriyê didin cûreyek hemwelatiya azad û pirneteweyî dikin, dîsa hemwelatîbûneke ku mafên takekesî bê şert diparêze, nasname û mafên netewe û pêkhateyan ji qada giştî nas dike.”
Endamê Meclisa PJAKê Ehwen Çiyako destnîşan kir ku divê mirov hemwelatiyek azad û wekhev be û wiha pêde çû: “Di heman demê de bi ziman, çand, nasnameya neteweyî, olî û nijadî di civakê de amade jî bike. Civaka demokratîk di avakirina zemîneke hevpar a hevjiyana azad û wekhev de tê avakirin. Ferzkirina yek modeleke siyasî yan çandî li ser civakeke xerîb, nebûna edaletê kûrtir dike.”
Herî dawî Ehwan Çiyako ev got: “Edalet û parastina mafên mirovan nabe ku piştî guhertinên siyasî bêne paşxistin. Divê ji niha ve bê rawestandin û biryara li ser paşeroja welat bi beşdariya rastîn a hemû hêz û neteweyên cuda bê dayin.”













