MEBYA-DERa Stenbolê cenazeya endamên Tevgera Azadiyê Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) ku li peyarêyên Goristana Kîlyosê hatibûn definkirin dê werbigire û cenazeyan bişînin navçeya Kanîreşa Çewligê.
Li Şehîdgeha Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê cenazeyê 282 endamên endamên PKK, HPGê, YPG, YPJê ku dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn veşartin. Bi biryara Walîtiya Bedlîsê di 19ê Kanûna 2017an de 282 cenazeyên endamên PKK, HPGê, YPG, YPJê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Olekajor a Bedlîsê bi awayekî korsan cenaze hatin derxistin û gor hatin rûxandin û xirakirin. 21 cenaze di dîrokên cuda de teslîmî malbatan hatibûn kirin, cenazeyê 261 kesan jî hê li peyarêyên Goristana Kîlyosê ya Stenbolê veşartî ne.
Endam û rêveberên MEBYA-DERê ji bo wergirtina cenazeyan karûbarên fermî pêk anîn û ji Goristana Zîncîrlîkûyûyê destûra wergirtina cenazayan hate girtin. Malbat û rêveberên MEBYA-DERê paşê jî çûn Goristana Kîlyosê. Parlamenterê DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çiçek, malbatên şehîdan û gelek kes hatin Goristana Kîlyosê. Girse li vir li benda wergirtina cenazeyan e.
Piştî 9 salan cenazeya Suheyla Kaya (Zîlan) ku di sala 1997an de tev li têkoşîna azadiyê bûbû û di sala 1999an de jiyana xwe ji dest dabû û Zehra Kisaoglûya (Raperîn) ku di sala 1997an de tev li têkoşîna azadiyê bûbû û di sala 1999an de jiyana xwe ji dest dabû, dê ji nû ve werin veşartin. Piştî ku cenaze ji Goristana Kîlyosê werin derxistin, dê malbatên wan bibin li navçeya Kanîreşa Çewligê defin bikin.














