• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ajokarên texsiyan: Lêçûnên me ji qezenca me zêdetir e

    Ajokarên texsiyan: Lêçûnên me ji qezenca me zêdetir e

    Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da

    Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da

    Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

    Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

    Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 22yê ÎLONA 2026an

    Emîne Şenyaşar serdana Arif Guran kir: Nabe ku em bêdeng bimînin

    Emîne Şenyaşar serdana Arif Guran kir: Nabe ku em bêdeng bimînin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ajokarên texsiyan: Lêçûnên me ji qezenca me zêdetir e

    Ajokarên texsiyan: Lêçûnên me ji qezenca me zêdetir e

    Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da

    Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da

    Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

    Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

    Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 22yê ÎLONA 2026an

    Emîne Şenyaşar serdana Arif Guran kir: Nabe ku em bêdeng bimînin

    Emîne Şenyaşar serdana Arif Guran kir: Nabe ku em bêdeng bimînin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ajokarên texsiyan: Lêçûnên me ji qezenca me zêdetir e

Wan / AW

22 ÎLON 2026 - 10:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ajokarên texsiyan ên li Wanê ji ber bihabûna mazotê, bacên giran, xirabiya rêyan û texsiyên korsan di rewşeke dijwar de ne. Ajokarên texsiyan bal kişandin ser lêçûnan ku ji qezenca wan zêdetir bûye û wiha gotin: “Ev rewş wiha bidome, em ê kontaxên xwe bigirin. Divê dewlet alîkariya me bike.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîz aboriyê her roj ber bi xirabûnê ve diçe. Ev bandorê li ser gel, dikandar û beşên cuda dike. Bihabûna mazotê ya piştî zemên dawî bi taybetî li ser ajokaran bandoreke neyînî kiriye. Hêza kirînê ya welatiyan û enflasyon li hev nagire û ev yek dibe sedema perîşantiya welatiyan. Ajokarên texsiya ên li Wanê karê xwe dikin, ji bihabûna mazot û benzînê gelek bi gazinc in û nikarin êdî karê xwe bimeşînin. Ajokarên texsiyan ji ber bihabûna mazotê û bacên giran nikarin derbara xwe ya jiyanê bikin.

Ajokarên texsiyan bi rêya ajansa me (AW) bang li dewletê kirin ku heke ev aborî wisa berdewam bike dê dest ji kar berdin.

‘Ji ber bihabûna heqê rê rêwî bi me re dikevin nîqaşan’

Ajokarê bi navê Aydin Erden ku ew 20 sal in vî karî dike, behsa rewşa xwe ya aborî kir û da zanîn ku ji roja dest bi vî karî kiri heta niha ew di zerarê de ye. Aydin Erden diyar kir ku ew debara malê bi zorê dike û bal kişand ser bihabûna mazot, perçeyên wesayîtan, baca wesayîtan û wiha got: “Zêdebûna bihayê mazotê me perîşan kiriye, êdî em nikarin derkevin ser kar û rêwiyan bigirin. Wekî din jî, ji ber bihabûna heqê rê, rêwî bi me re dikevin nîqaşan. Qezenca me mehê 20-30 hezar lîre ye, 40-50 hezar lîre jî mesrefê me heye, beranberê hev nîne. Wiha bidome em ê kontaxa xwe bigirin û naxebitin, bila dewlet bê ji xwe re bixebite. 100 lîre gelek zêde ye ji bo bihayê mazotê. Jixwe em 100 lîreyan qezenc dikin û 200 lîreyan jî didin mazotê. Trafîka Wanê gelek giran e, lewma em carinan dernakevin kar, rawestgeha xwe radikevin heya evarê. Me zam xwest lê ev yek destê şaredariyê de ye. Şaredarî jî vê gavê zam nade û bide jî têr nake.”

‘Perê em qezenc dikin jî didin sanayiyê’

Ajokar Şerîf Unlu diyar kir ku 2 sal berê bac ji bo texsiyan tune bûye lê edî ew bac jî didin û da zanîn ku di ser de mazot û muhasebeci jî biha bûne û ev tişt anî ziman: “Ji ber xirabbûna rêyan, erebeyên me xirab dibin û perê em qezenc dikin jî didine sanayiyê. Nêzî 2 meh in karê me ne baş e, destpêka me 225 lîre ye, ji ber vê bihabûnê jî rêwî siwar nabin. Daxwaza me ji dewletê bila mazotê erzan bide bazirgan û esnafan. Hinek hevalên me bê sîfteh diçin malên xwe. Me hê jî zam nexwestiye, ew erka serokê odeya me ye. Em jî dixwazin zam nebe û gelê me erzanî siwarî texsiyan bibe.”

‘Divê dewlet ji aliyê mazotê ve alîkariya me bike’

Ajokar Elîm Dursun anî ziman ku ew 12 sal in karê texsiyê dike û ji ber bihabûna mazotê ajokar nikarin kar bikin. Elîm Dursun bal kişand ser mesrefê ajokaran ku gelek zêde bûye û wiha domand: “Texsiyên korsan hatine, dolmîş li deriyê Kapikoy ê sînorê Wanê rêwiyan digirin û tînin ber derê otêlan û digerinin, ev yek jî hewcedariya texsiyan kêm dike. Ji ber van sedeman em jî niha disekinin û li rewşê dinêrin. Mesrefê me ji berê zêdetir bûye, em jî debara mala xwe dikin, lê debar pir zehmet bûye. Wexta me zam standî mazot 53 lîre bû, niha mazot bûye 103 lîre. Em dixwazin dewlet ji aliyê mazotê ve alîkariya me bike, erzaniyê bike û KDVyê rake ku em jî gelê xwe erzan bibin û bînin.”

‘Ajokarên texsiyan gelekî mexdûr in’

Ajokar Mesût Demîr jî bi bîr xist ku cihekî wekî Wanê karê texsiyê ji ber sedemên aborî û xirabiya rêyan gelekî dijwar e û wiha pê de çû: “Di vê demê de bihabûna sotemeniyê gelek zêde bûye. Ji ber van sedeman ajokarên texsiyan gelekî mexdûr in. Ajokarên minibusan jî di heman rewşê de ne. Divê dewlet û odeyên esnafan li ser vê pirsgirêkê bisekinin û çareser bikin. Hêviya me ji rayedaran çareserkirina van pirsgirêkan e, em bawer in wê çareser bibe. Rêvebirina jiyanê û debarê ya me êdî pir zehmet e, lewma divê pirsgirêkên me werin çareserkirin.”

Etîket: ajokarên texsiyanAydin ErdenElîm DursunMesût DemîrŞerîf UnluTexsî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Jîna Emînî: Em ê bibin serhildana Jînayê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne