Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel hişyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî êrişên Îranê ya li ser Hewlêrê dabû parve kir. Temel got ku Abdullah Ocalan ev hişyarî dabû ‘Eger rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê dawî neke, dawî li polîtîkayên bidarvekirinê neîne; mafê Kurdan heye ku bi awayeke herî tund bersiva rejîma Mela ya paşverû bide.’
Piştî êrişên rejîma Îranê ya li ser Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê û şûnde Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî mijarê parve kir.
Temel li ser hesabê xwe yê Xê di peyama xwe ya bi Kurdî de peyama Abdullah Ocalan wiha parve kir: “Rêber Apo di peyama xwe ya dawî de ev hişyarî kiribû; ‘Eger rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê bi dawî neke, dawî li polîtîkayên darvekirinê neîne, mafê Kurdan heye bi awayê herî tund bersiva rejîma Mela ya paşverû bide.’”













