Enqere – Kargehên serdema nû ya ANKA-DERê dest pê kir. Şagirtên tev li kargehên ANKA-DERê bûn diyar kirin ku ew li dijî polîtikayên bişaftinê ji bo pêşxistina Kurdî tev li kargehan bûne û bang li welatiyan kir ku Kurdî hîn bibin, bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin.
Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) di 16ê Îlona 2022yan de li Enqereyê ava bû. ANKA-DER ji roja ava bûye vir ve li dijî polîtikayên bişaftin û tunehesibanê ji bo parastina ziman û çanda Kurdî bênavber xebatên xwe didomîne. Bi sedan welatiyên li Enqereyê dijîn li ANKA-DERê fêrî zimanê Kurdî bûn û gelek ji wan jî li komeleyê mamostetiyê dikin. ANKA-DER li dijî polîtikayên bişaftin û helandinê li Enqereyê bû stargeheke parastina Kurdî. ANKA-DER di serdema nû de jî bi kargehan xebatên fêrkirina zimanê Kurdî didomîne. Serdema nû ya kargehan bi zaravayên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî perwerdehî tê dayîn. Kargehên ANKA-DERê hem rû bi rû ne û hem jî li ser online tên lidarxistin.

Kesên bixwazin Kurdî hîn bibin dikarin serî li ANKA-DERê bidin û tev li kargehan bibin. Di serdema nû ya kargehan de ji bo zaravayê Kurmancî hem bi online û hem jî rû bi rû ji asta yekemîn heta asta sêyemîn perwerdehî tê dayîn. Ji bo zaravaye Kirmanckî jî di asta destpêke de perwerdehî tê dayîn. Di serdema nû ya kargehan de xwendekar û mamosteyên ANKA-DERê bang li welatiyan kirin ku tev li kargehan bibin û fêrî Kurdî bibin.
‘Em çiqas fêrî zimanê xwe bibin hebûna me jî dê ew qas geş bibe’
Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan bi lêv kir ku wan hefteya bihûrî de dest bi kargehan kiriye û wiha got: “Di rojên pêş de em ê ji bo zaravayê Kurmancî pola mamostetiyê jî vebikin. Em li vir xwendekaran fêrî zimanê wan dikin. Mamosteyan digihînin. Ez di heman demê de mamosteya dramayê me jî. Malbat dikarin zarokên xwe bînin û em li vir pola dramayê vebikin û zarokan fêrî ziman bikin. Zimanê me hebûna me ye. Gelek Kurd li Enqereyê dijîn. Em bang li welatiyan dikin ku werin tev li kargehan bibin û fêrî zimanê xwe bibin. Em çiqas fêrî zimanê xwe bibin hebûna me jî dê ew qas geş bibe. Taybet jî ji bo zaravayê Kirmanckî ez bang li welatiyan dikim ku werin fêr bibin. Zaravayê me yê Kirmanckî ji holê rabûnê re rû bi rû ye. Axaftina bi Kirmanckî her ku diçe kêm dibe. Ji bo zimanê me ji holê ranebe em ê têbikoşin û fêrî zimanê xwe bibin.”

Li ANKA-DERê fêrî Kurdî bû
Şagirta ANKA-DERê Badegul Avci jî li ANKA-DERê ji bo zaravayê Kurmancî di asta yekemîn de tev li kargehan dibe. Badegul Avci anî ziman ku ew li ANKA-DERê fêrî Kurdî dibe û wiha got: “Ji bo fêrbûna nivîsa Kurdî min xwest tev li kargehan bibim. Sala par jî di asta destpêke de bûm. Min berê zêde Kurdî nedizanî. Li ANKA-DERê ferî Kurdî bûm. Kurdî zimanê me ye. Ji bo wê dixwazim li her derê bi zimanê xwe biaxivim û bixwînim. Em dema zarokbûn em bi Kurdî diaxivîn lê piştre bi bişaftinê re rû bi rû man û ji zimanê xwe dûr ketim. Ji bo wê dixwazim fêrî zimanê xwe bibim û bi zimanê xwe bijîm.”

‘Sedema hatina min î li vir şerê ziman e’
Ji şagirtên ANKA-DERê Yahya Sumer ku di asta destpêke de tev li kargehên pola Kurmancî dibe wiha qala xwesteka xwe ya fêrbûna Kurdî kir: “Sedema hatina min a vir ji bo şerê ziman e. Li ser zimanê me polîtîkayên bişaftinê heye. Li dijî vê yekê ez jî dixwazim bi zimanê xwe biaxivim, bixwînim, binivisînim û bifikirim. Ji bo wê jî hatim ANKA-DERê û fêrî zimanê xwe dibim. Dema ez Kurdî diaxivim pir kêfxweş dibim. Ez bang li hemû Kurdan dikim ku xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bila Kurd fêrî zimanê xwe bibin û li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivisînin.”

‘Werin tev li kargehan bibin û ferî Kurdî bibin’
Şagirta ANKA-DERê Ruken Babayîgît Çebî jî di asta 2yemîn de tev li kargehên pola Kurmancî bûye diyar kir ku armanca wê ya hatina ANKA-DERê kar û xebatên Kurdî bike û wiha got: “Ez dixwazim karê xwe bi Kurdî bikim. Min Kurdî dizanî lê Kurdiya min ne baş bû. Ji bo Kurdiya xwe pêş bixînim tev li kargehê bûm. Ez bi tevlibûna kargehê pir kêfxweşim. Em li vir zimanê xwe hîn dibin û fêrî hevdu dikin. Ez dibêjim xwezî ez berê bihatima vir û fêrî Kurdî bibûma. Ziman nasnameya me ye. Banga min ji her kesî re ew e ku werin tev li kargehan bibin û ferî zimanê xwe bibin.”




















