YPJê derbarê mijara entegrasyonê de daxuyanî da û got: “YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.”
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê pêvajoya entegrasyonê de daxuyanî da. YPJ diyar kir ku di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke bi ewle de, nîqaş û nirxandinên wan yên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. YPJê aşkera kir ku di vê pêvajoyê de YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û keda jinê ye jî. Ji ber vê yekê hat gotin ku derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin.
YPJê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di her gavê de xeta wan a sereke, parastina destkeftiyên gel û mafên rewa yên jinan e û hat gotin ku encamên van nîqaşan, dê di demên pêş de bi zelalî bi raya giştî re werin parvekirin.













