Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku di budçeya sala nû de jî herî zêde ji parastinê re hatiye veqetandin û wiha got: “Heke di gotinê de aştî hebe divê budçeyê de jî aştî hebe. Heke pevçûn bi dawî bibin lêçûnên ji çekan re dihat veqetandin jî divê ji gel re bê veqetandin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên li rojevê li meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît di serî de kesên ji ber lehiyê li Stenbol û gelek bajaran jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got ku ew dê li pêy şopa çareserkirina mexduriyeta welatiyan bin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku sedema keraseta lehiyê polîtîkayên desthilatê yên ewlehiya welatiyan nagire û ev tişt anî ziman: “Heke hûn li dijî xwezayê tevbigerin kerasetên wisa çêdibin. Berpirsê vê yekê desthilata ku li dijî xwezayê tevdigere û ji bo rantê xwezayê talan dike ye. Kerasetên bi vî rengî yên li Stenbolê ne nû ne û berê jî kerasetên bi vî rengî çêbûn lê tu tedbîr nehatin girtin. Desthilat şûna tedbîrê bigire bajar ji rantê re vekir. Desthilat bi vî awayî dê ji GOP 31an re malivaniyê bike. Em li dijî vê yekê bang li Lûtkeya Avhewayê ya gelan dikin.”
‘Barê bacê didin ser milê gel’

Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser budçeya sala 2027an û wiha got: “Barê bacê didin ser milê gel û berjewendiya sermayedaran ber bi çav digirin. Ew budçe weke her sal budçeya sermayedaran e. Bi vê budçeyê re civakê behtir xizan dikin. Lêçûnên faîzê dîsa zêde ye. Ew lêçûn dikarin ji bo gel bikar bînin. Desthilat li dijî xizaniyê tênakoşê lê xizaniyê bi rê ve dibe. Ji bo berjewendiyên hilbijartinê budçeyê ji alîkariya civakî re vediqetîne. Dîsa herî zêde budçe ji parastinê re hatiye veqetandin. Di serdemeke ku em qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de em ê çawa vê budçeya wê ya parastinê binirxînin. Serokkomar gotibû budçeya ji çekan û parastinê re diçû dê ji gel re bê veqetandin. Em jî dipirsin gel dê kengî budçeyê sûdê bigire. Ji bo wê heke di gotinê de aştî hebe divê budçeyê de jî aştî hebe. Heke pevçûn bi dawî bibin lêçûnên ji çekan re dihat veqetandin jî divê ji gel re bê veqetandin. Em dixwazin hemû encamên aştiyê bibînin.”
Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku saziyên dewletê yên di fonan de berpirsyarin jî divê rastî lêpirsînê werin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Desthilata wê bi xwe di nava van fonan de ye. Mexdûriyeta welatiyan çareser bikin. Lê hûn bi xwe jî di nav vê de ne. We bi sed hezaran welatî mexdûr kirin. Hûn jî hevkarên vî sûcî ne û em ê hesabpirsînê bidomînin.”













