Wan – Serdanên Şaredariya Tûşbayê û rêxistina DEM Partiyê ya Tûşbayê ên li taxan didomin û di serdanan de daxwaz û pirgirêkên gel tên guhdarîkirin.
Rêxistina Navçeya Tuşbayê ya DEM Partiyê û rêveberiya Şaredariya Tuşbayê, civînên gel ên ku li seranserê navçeyê dabûn destpêkirin, didomînin. Şandeyê serdana taxên Paxanis, Paxazîk, Koç, Amok, Norevanis û Xicîckê kirin. Di serdanê de Hevserokê DEM Partiyê yê Tûşbayê Refîk Çîdal, Hevşaredarên Tuşbayê Xanê Akkoş û Ûmît Keser û endamên meclisa şaredariyê amade bûn. Şande, bi şêniyên taxan re hatin li cem hev, hem xizmetên tên kirin, nirxandin, hem jî pirsgirêk û daxwazên welatiyan guhdar kirin.
Li taxên ku hatin ziyaretkirin, welatiyan bi giranî kêmaniya mase û kursiyan malên şînê, xebatên kevirê parkeyê, fatûreyên bilind ên avê, qutbûnên avê, pêdiviyên parastin û temîrkirina mizgeftan, pirsgirêkên veguhastinê û negihiştina Nanê Gel anîn ziman.
Serdan bi guhdarkirina pirsgirêkan û nîqaşên li ser çareseriyên bi dawî bûn.


















