• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Pêşniyara lêkolînê ji bo muzîka Kurdî

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    Nîhat Bertan piştî 31 salan hate berdan

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    TUAY-DERa Sêrtê: Daxwaza girtiyên siyasî azadî ye

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

Mahmût Altintaş / AW

19 COTMEH 2026 - 08:49
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Cigîra Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebru Gunay a tev li foruma MERI ya li Başûrê Kurdistanê hatiye lidarxistin bûye, têkildarî wêneyê nûnerên Kurd a di forûmê de derketiye pêş anî ziman ku wêne ji bo yekitiyê hêviyê dide û got: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye.”

Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERI), di 12 û 13yê Cotmehê de li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê forumek li dar xist. Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, Serokê Herêma Federê ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, Cigîrê Serokê Giştî yê YNKê Qubad Talabanî, Serokwezîrê berê yê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudanî, gelek pispor, siyasetmedar û aktivîst tev li forumê bûn. Di forumê de ewlehiya herêmê, pêşeroja Sûriye û Rojava, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat nîqaşkirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bi heyetekê tev li forumê bû. Piştî forumê yek jî nîqaşa derket pêş yekitiya neteweyî ya Kurd bû. Taybet wêneyê Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî, Tuncer Bakirhan, Neçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî ku bi hev re hatiye kişandin, ji bo yekitiya netewî di nava gel de hêvî ava kir.

Cigîra Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebru Gunay a tev li forumê bûye ji ajansa me re qala hevdîtinên li Başurê Kurdistanê û nîqaşên li ser yekitiya netewî kir.

‘Pêşketina hemû parçeyan bi hev re giredayî ye’

Ebru Gunay anî ziman ku di forumê de geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin bi giştî hatinê nirxandin û wiha axivî: “Geşedanên li Rojava, Bakur û Başur hatin nirxandin. Ji beşên Kurdistanê nûner tevlî bûn û derbarê rewşa herême de axivîn. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û pêvajoya Rojava jî hat nîqaşkirin. Di forumê de jî derket holê ku pêşketina hemû parçeyan bi hev re giredayî ye. Her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn jî di forumê de hatin nirxandin. Peşniyarên çareseriya demokratîk a ji bo hemû gelan û herême di forumê de yek mijarên nîqaşê bû. Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar e. Çareserî bi neteweya demokratîk û demokrasiyê pêkan e. Ew yek jî di forumê de derket pêş.”

Wêneya yekitiya Kurd

Di berdewama axaftina xwe de Ebru Gunay bal kişand ser wêneyê nûnerên Kurd a bi hev re hatiye kişandin ku ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd hêvî da avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava gelê Kurd de yekitiyek pêş ketiye. Sekna yekitiyê ya gel erkeke dide siyasetmedaran. Di dema êrişên Rojava de li çar aliyên Kurdistanê Kurd rabûn ser pêyan û ev yek yekitiya netewî jî derxist holê. Piştî demekê dirêj nûnerên çar aliyên Kurdistanê di vê formê de wêneyekî wisa derxistin holê. Tekiliyên me bi partiyên Kurd ên ji parçeyên din re, ji berê ve hebû. Lê cara yekêm e ku nûnerên Kurd hatin cem hev û ew yek di nava gel de jî heviyek ava kir. Gaveke pir erênî bû ji bo tekiliyên nava Kurdan. Konjektora cihanê ji bo yekitiyê berpirsyariyekê dide. Ew yek di vê forumê de destpêkir lê ji bo pêşerojê divê hê xurtir aliyên Kurd di nava tekiliyê de bin. Ya bingehîn pêkanîna kongreya yekitiya netewî ye. Divê hemû alî li gor berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û ew berjewendî jî yekitiya gelê Kurd e.”

‘Yê herî zêde ji bo aştiyê ked dide birêz Abdullah Ocalan e’

Ebru Gunay diyar kir ku ew weke DEM Partî hem li Silemaniyê û hem jî li Hewlerê bi aliyên Kurd re dan û standin kirine û derbarê hevdîtinên Başurê Kurdistanê ev tişt gotin: Di serî de me bi Serokê Herêma Federê ya Kurdistanê birêz Neçîrvan Barzanî re hevdîtin kir, piştrê jî bi Serokê Giştî yê YNKê birêz Bafil Talabanî re. Herduyan jî ji bo pêvajoya aştiyê sekneke pir erênî nişan dan. Herduyan jî diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê, tişta ji destê wan tê dê bikin. Herdu aliyan jî bal kişandin ser rol û rista birêz Abdullah Ocalan û gotin yê ku herî zêde ji bo aştiyê yê kedê dide birêz Abdullah Ocalan e. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tekiliyên di nava Kurdan de jî xurtir bûn. Vê yekê bandor li ser partî û saziyên Başurê Kurdistanê jî kir. Ez hevîdar im di demên pêş de jî ev tekilî dê hêj xurttir bibe.”

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê

Di dawiya axaftina xwe de Ebru Gunay diyar kir ku di forumê de ji bo rewşa Rojhilatê Kurdistanê û çareseriya li Rojhilat û Îranê jî hin nirxandin û nîqaş derketinê pêş û wiha pê dê çû: “Ji bo çareseriya Rojhilat jî muzakere û danîna tekiliyan pêwîst e. Helwesta rejîma Îranê li dijî Kurdan û hezên muxalîf heta niha nebaş bû. Hewce ye bi muzakere û dîalogê pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bo hemû parçeyan wekhevî û demokratîkbûn hewce ye. Heta ku rejîma Îranê xwe naguherîne û demokratîk nebe, pirsgirêk çareser nabe. Em hevîdar in ku hewldanên li wir hene, encam bigire.”

Etîket: Aştî û civaka demokratîkCigîra Hevserokên GiştîDEM PartîEbru Gunayyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

19 COTMEH 2026
Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

19 COTMEH 2026
‘Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin’

‘Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin’

19 COTMEH 2026
Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

19 COTMEH 2026
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne