• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

Sema Gezîcî / AW

16 COTMEH 2026 - 09:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Endama Navanda Piştevaniya bi Jinan re ya Çilkezî civaknas Şehrîban Ertaş derbarê zêdebûna kuştina jinan de da zanîn ku kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û sîstematîk e û wiha got: “Bêcezabûn, kêmbûna tedbîrên parastinê û pêşîlênegirtina tundûtûjiya li dijî jinan jî vê rewşê kûrtir dike.”

Kuştina jinan ku veguheriye yek ji birînên herî kûr ên civakê, ne tenê wekî bûyerên tundûtûjiyê, lê wekî encama polîtîkayên bêcezahiştinê, kêmasiya mekanîzmayên parastinê û hişmendiya mêrperest derdikeve holê. Kuştina her jinek careke din rûyê hov a pergala mêrperest û girîngiya xwerêxistinkirina jinan nîşanî me dide û her wiha gavên bên avêtin jî radixe ber çavan.

Derbarê kuştina jinan û polîtîkayên pêşîlêgirtinê de endama Navande Piştevaniya Bi Jinan re ya Çilkezî civaknas Şehrîban Ertaş nirxandin kir û diyar kir ku tundûtûjî encama hişmendiya mêrperest e.

‘Zihniyeta mêrperest jinê wekî milkê xwe dibîne’

Şehrîban Ertaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên sereke yên kuştina jinan û tespîta hişmendiyê kir û wiha got: “Sedema sereke ya kuştina jinan hişmendiya mêrperest e; hişmendiya ku jinê wekî milkê xwe dibîne û hewl dide jiyana wê kontrol bike ye. Dema ku jin dixwaze biryara xwe bide, ji têkiliyeke tundûtûjiyê derkeve yan jiyana xwe serbixwe bijî, hin mêr vê yekê wekî gefekê dibînin. Ji aliyekî din ve, bêcezabûn, kêmbûna tedbîrên parastinê û pêşîlênegirtina tundûtûjiya li dijî jinan jî vê rewşê kûrtir dike. Divê em van bûyeran tenê wekî kuştinên kesane nebînin; ev encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye.”

‘Di kuştina jinan de divê saziyên têkildar jî werin lêkolînkirin’

Şehrîban Ertaş bertek nîşanî bêdengî û xemsariya saziyên dewletê yên beramberî van kuştinan da û ev nirxandin kir: “Di gelek bûyeran de em dibînin ku tedbîrên parastinê bi awayekî têrker nayên sepandin, gilî û daxwazên jinan bi cidiyet nayên girtin û xetereya kuştinê carinan kêm tê nirxandin. Pirsgirêk tenê di derxistina qanûnan de nîne; pirsgirêk di sepandina wan de ye jî. Dema ku jinê berê gef û tundûtûjî ragihandibe û tevî vê yekê jiyana xwe winda bike, divê berpirsiyariya saziyên têkildar jî bê lêkolînkirin. Parastina jinan ne dilxwazî ye, erkeke dewletê ye. Bêcezabûn û xemsarî nikare bibe beşek ji vê pergalê.”

‘Divê gavên berbiçav bên avêtin’

Di axaftina xwe de Şehrîban Ertaş destnîşan kir ku ji bo rawestandina tundûtûjiyê divê mekanîzmayên parastinê bi awayekî lezgîn bikevin meriyetê û wiha pê de çû: “Ji bo rawestandina kuştina jinan, divê pêşî qanûn bi awayekî bi bandor bêne sepandin û tedbîrên parastinê ji bo jinên di bin xetereyê de zûtir û bi cidiyet bêne pêkanîn. Divê ji bo tundûtûjiya li dijî jinan bêcezabûn tune be û kesên ku xemsariyê dikin jî weke berpirsiyar bên dîtin. Li aliyekî din, divê xizmetên derûnî, hiqûqî û civakî ji bo jinan bêne xurtkirin, navendên ewle û piştevaniyê bên zêdekirin.”

‘Divê mekanîzma bên xurtkirin’

Her wiha Şehrîban Ertaş bal kişand ser girîngiya xebatên herêmî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî li Wanê û li herêmê, divê xebatên hişyarkirinê, perwerdehiya li ser wekhevî û mafên jinan û mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundûtûjiyê bên xurtkirin. Lê em nikarin hemû berpirsiyariyê bixin ser civakê; saziyên dewletê, dadgeh, polîs û rêveberiyên herêmî divê bi hev re bixebitin.”

Etîket: kuştina jinanNavenda Piştevaniya Bi Jinan Re ÇilkezîŞehrîban ErtaşTundiya li ser jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

28 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

31 TEBAX 2026
Li Artûklûyê jinek hate kuştin

Li Artûklûyê jinek hate kuştin

29 TEBAX 2026
Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

19 TEBAX 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne