• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

Daristan Pala / AW

11 COTMEH 2026 - 09:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Nûnerê DFGê yê Wanê rojnameger Adnan Bîlen û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût bertek nîşanî sansura desthilatê ya li ser saziyên çapemeniyê û rojnamegeran dan û diyar kirin ku Çapemeniya Azad di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi rola xwe radibe û wiha gotin: “Pêşiya me negirin, bihêlin bila nêrînên birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê bigihîje gel da ku civak baweriyê bi aştiyê bîne.”

Ji avabûna komarê û bi taybetî ji salên 1990î heta îro, zext û zordariya li ser xeta Çapemeniya Azad tenê şêwaz û rêbazên xwe guherandiye. Di salên 90î de polîtîkayên bêdengkirinê bi êrişên fîzîkî, girtina û bombekirina rojnameyan û qetilkirina rojnamegeran di dewrê de bû. Lê di serdema îro de êrişên bi rêya teknolojiyê di dewrê de ne û ev êriş bi sansur û girtina hesabên medyaya dîjîtal derdikevin pêş. Desthilat îro bi rêya saziyên fermî yên wekî Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Têkiliyê (BTK) û biryarên dadgehan, hewldana sansurkirin û qutkirina têkiliya civakê û heqîqetê berdewam dike.

Dema ku mirov li daneyên astengkirina saziyên nûçeyan dinêre, pênaseya astengiya li ser azadiya agahî wergirtinê pir zelal dibe. Heta niha malpera fermî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi hincetên “ewlehiya neteweyî” yan jî “pêşîgirtina sûc” 44 caran hatiye astengkirin û girtin. Her wiha JinNews jî ku bi perspektîfa jinan bûyeran dişopîne, malpera wê 33 caran rastî biryarên astengkirinê hatiye. Herî dawî jî sîteya T24ê bi hinceta “lawazkirina pergala malbatê” hate astengkirin û hemû hesabên wê yên dîjîtal hatin girtin. Zext tenê bi navên domain re sînordar neman. Hesabên fermî yên ajansan, rûpelên saziyan û hesabên kesane yên rojnamegeran jî li ser platformên wekî Instagram, X (Twitter) û YouTube tên astengkirin û girtin.

Nûnerê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Fıratê (DFG) yê Wanê rojnameger Adnan Bîlen û Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût derbarê sansur û astengiyên li ser hesabên dezgehên çapemeniyê û rojnamegeran ji ajansa me re axivîn û bertek nîşana van pêkanînan dan.

‘Zext ji avabûna komarê heta niha didomin’

Adnan Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka zextên li ser çapemeniya Azad û anî ziman ku ji çaxê avakirina komarê heta îro hemû desthilatdariyan hewl dane dengê Çapemeniyê bêdeng bikin. Adnan Bîlen anî ziman ku di salên 90î de gelek rojnameger û nivîskarên muxalîf hatin kuştin, hatin girtin, ji kar hatin avêtin an jî mecbûr man çûn sirgûnê û wiha got: “Piştî salên 90î, dîtin ku Çapemeniya Azad û Tevgera Azadiyê bi hêz derket holê. Vê carê hemû fokusa xwe girtin ser Çapemeniya Azad û ew kirin hedefa xwe ya yekem. Salên 2000î di dema AKPê de gava xwestin şer dijwar bikin û operasyonên berfireh bidin destpêkirin, pêşî xwestin rêya xwe paqij bikin. Xwestin ew kesên ku heqîqetê dinivîsînin û polîtîkayên wan deşifre dikin bêdeng bikin. Lê tevî girtin, şehîdkirin, sirgûnkirin û girtina ajans û malperan jî, Çapemeniya Azad riyek din vekir. Ciwan, keç û xortên vî gelî bûn rojnamevan û ev kar girtin ser milên xwe. AKPê nekarî Çapemeniya Azad têk bibe, tenê lawaz kir, lê Çapemeniya Azad ji vê lawaziyê derket û heqîqet gihand tevahiya cîhanê.”

Adnan Bîlen

‘Ji ber ku naxwazin şerê wan ê taybet derkeve holê sansur dikin’

Adnan Bîlen helwesta desthilatê ya nêzî du salên dawî yên di nav Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rexne kir û bal kişand ser qedexekirina hesabên medyaya dîjîtal. Adnan Bîlen diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyan jî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de zimanê Çapemeniya Azad zimanekî erênî ye û ev yek anî ziman: “Çapemeniya Azad rola xwe ya ji bo çareserî û aştiyê bi berpirsiyarî dilîze. Lê li aliyê din malperên ajansên me tên girtin, hesabên rojnamevanan ên mîna Instagramê bi hincetên ‘ewlehiya neteweyî’ tên astengkirin. Ji ber ku naxwazin dizî, talan û şerê wan ê taybet ê li Kurdistanê bê dîtin sansur dikin. Li aliyelekê behsa aşitiyekê dikî, lê li aliyekê hesabên wan asteng dikî. Li vir nakokiyeke mezin heye, Tu dibêjî maseyek heye û em pirsgirêka Kurd çareser dikin, tu bi muhataban re diaxivî, lê tu naxwazî dengê muhatabên te derkeve. Dema em wêne an nêrînên birêz Ocalan parve dikin astengiyan derdixin. Heke tu hemû sînoran bigirî, tu yê gelê Kurd çawa îkna bikî? Em ji wan re dibêjin ku pêşiya me negirin, bihêlin nêrînên birêz Ocalan û tevgerê bigihêjin gel da ku civak baweriyê bi aştiyê bîne.”

‘Herî zêde Ajansa Mezopotamya rastî astengiyan tê’

Rojnameger Zeynep Dûrgût jî di destpêka nirxandina xwe de hemû şehîdên Çapemeniya Azad û bi taybetî Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel bi rêzdarî bi bîr anî û soz da ku dê têkoşîna wan berdewam bikin. Zeynep Dûrgût zextên salên 90î û zextên îro da ber hev û wiha got: “Salên 90î salên herî tarî bûn. Heke îro em rastiyê binivîsin ev bi saya wan hevalan e. Wê demê dewletê dixwest hevalan bi fîzîkî ji holê rake û rastiyê bêdeng bike. Lê li hemberî vê ferasetê berxwedanek bêhempa hebû. Li her bajarekî nûçegihan û belavkarên ku bi veşartî çîroka vî gelî dinivîsandin hebûn. Heke îro têkoşîna gelê Kurd di vê astê de be, mirov dikare bibêje ev bi saya bedelên Çapemeniya Azad e. Ajansa Mezopotamya jî ku bingeha wê li ser vê kevneşopiyê ye, ajansa ku herî zêde bedel daye û herî zêde rastî astengiyan tê ye.”

Zeynep Durgut

‘Xwedî li Çapemeniya Azad derbikevin’

Zeynep Dûrgût helwesta dewletê ya li hemberî weşanên Çapemeniya Azad rexne kir û wiha axivî: “Çapemeniya Azad ji roja yekem heta îro xizmetê ji bo rawestandina şer, çêkirina aştiyeke mayînde û jiyana wekhev a gelan dike. Lê îro dema em dinêrin, yên ku bi zimanekî tûj û êrîşkar dijtiya vê pêvajoyê dikin dewlet li hemberî wan bêdeng e. Dema ku mesele dibe Çapemeniya Azad, her roj bi hincetên vala qedexeyan datînin ser MA, JinNews an jî Ajansa Welat. Heke dewlet heqîqetê qebûl neke dê çawa aştiyê di nava civakê de bide rûniştandin? Bêyî Çapemeniya Azad civak dê çawa piştgiriyê bide vê pêvajoyê? Bersiva me ya li hemberî van êrîşan ew e ku em zêdetir nûçeyan çêbikin û xwe baştir rêxistin bikin. Erka her ciwanekî Kurd e ku di nav saziyên Çapemeniya Azad de cih bigire û bibe pênûsa heqîqetê.”

Etîket: Ajansa MezopotamyaDFGMedya DijîtalRojnameger Adnan BîlenRojnameger Zeynep Durgutsansursansûra li ser çapemeniyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

9 COTMEH 2026
MKGê rapora meha Îlonê eşkere kir: Rojnameger û qada dîjîtal di bin zextê de ne

MKGê rapora meha Îlonê eşkere kir: Rojnameger û qada dîjîtal di bin zextê de ne

8 COTMEH 2026
DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

8 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne