Hevserokê Komeleya Ziman a ARÎ-DERa yê Êlihê Rênas Yildiz anî ziman ku ew ê her tim li dijî kesên ku êrîşan dikin derbikevin û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, ew ê Kurd zimanê xwe biparêzin û hîn bibin. Ev bûyera ku li dijî saziya me ya ziman pêk hatiye em bi tund şermezar dikin.”
Komeleya Pêşvebirina Zimanê Kurdî, bi armanca li pêşxistina zimanê Kurdî di sala 2024an de li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê hatibû vekirin. Ji roja ku ev komeleya ziman hatiye vekirin, bê navber xebatên xwe yên zimanê Kurdî dimeşîne. Û li wir gelek şagirtan mezun kiriye. Lê hin kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn di derengiya saetên şevê de êrîşeke çekdarî li dijî saziyê pêk anîn û gelek zirar dan saziyê. Li gor agahiyê ku hatine didestxistin derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesek hatiye binçavkirin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) yê Êlihê Rênas Yildiz bûyera êrîşê ya ku li dijî komeleya zimanê Kurdî pêk hatiye şermezar kir û ji ajansa me re axivî.
‘Tehemûla wan bi zimanê Kurdî tune ye’

Rênas Yildiz anî ziman ku beriya du rojan li Tekîrdagê êrişeke çekdarî birine ser saziya zimanê Kurdî û bi van gotinan êrişê şermezar kir: “Dema ku em bûyerên bi rengîn dibînin gelekî xemgîn dibin. Gelê Kurd ji bo zimanê xwe bi salan e têkoşîneke mezin da û dide jî. Di vê têkoşînê de helwesteke xwezayî û mafên mirovan heye, helwesteke siyasî tune ye, tenê daxwaza Kurdan mafên wan ê ziman e. Ji ber vê yekê Kurd bi salan in têdikoşin. Lê ev yek hê jî pêk nehatiye, ji bo ku pêk bê jî têkoşîn didome. Tevî ku zext li ser Kurdan hene jî dîsa Kurdan saziyên xwe vekirin û li gorî derfetên xwe alternatîfan ava dikin. Li her bajarî em hewl didin saziyên xwe yên ziman vebikin. Lê em îro dibînin ku tehemûla hin kesên faşîst ji vê yekê re nemaye û tune ye. Hewl didin Kurd qet zimanê xwe nizanibin û bi temamî nasname, ziman, çand û hunera xwe ji bîr bikin. Lê ev nayê qebûlkirin. Ew çi bikin bila bikin, ew ê Kurd zimanê xwe biparêzin û hîn bibin. Ev bûyera ku li dijî saziya me ya ziman pêk hatiye em bi tund şermezar dikin. Divê dewlet ji bo vê yekê demildest gavan biavêje û li gorî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hin yasayan derbixe û wisa tevbigere. Û divê nehêle hin kes provokasyonên bi vî rengî bikin.”
‘Dê li dijî vê yekê ew ê têkoşîna me ya ziman bidome’
Rênas Yildiz bal kişand ser Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê weke ku tê şopandin zarokên Kurdan dê hefteyê sê saetan bi zimanê xwe dersê bibinin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li wir xwendekaran naçin dibistanê û biryara nû şermezar dikin. Ji ber ku zimanê erebî dîsa li Rojava li Kurdan tê ferzkirin! Ev tişt ne li Rojava ne li Bakur nayê qebûlkirin. Her cihekî Kurd lê dijîn divê Kurd bi zimanê xwe ders bibînin. Êrîşa ku li Tekîrdagê pêk hatiye ne bi kesekî û du kesan pêk hatiye, ew êrîş a hişmendiyekî ye. Divê gelê Ereb, Fars, Tirk û hemû gelên din çawa ku rêzê li ber zimanê biyanî digirin, divê li ber zimanê Kurd jî bigirin. Divê Kurd jî êdî bi awayekî azad bikarin zimanê xwe fêr bibin. Heta ku ji destê dewleta Tirk tê zimanê Kurdî qedexe dike. Heta ji destê wan tê, dibêjin; ‘em çiqas dikarin mafên Kurdan ji destê wan bigirin.’ Dê li dijî vê yekê ew ê têkoşîna me ya ziman jî bidome. Ger ku dewleta Tirk û hikûmeta Şamê cidî bin, divê di serî de li ser vê yekê ciddiyet û samîmiyeta xwe nîşan bidin.”












