* Hevserokê Komeleya Ziman a ARÎ-DERa yê Êlihê Rênas Yildiz anî ziman ku ew ê her tim li dijî kesên êrîşên zimanê Kurdî dikin derbikevin û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, ew ê Kurd zimanê xwe biparêzin û hîn bibin. Ev bûyera ku li dijî saziya me ya ziman a Tekîrdagê pêk hatiye em bi tundî şermezar dikin.”
* Endamê Desteya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM Partiyê Mustafa Avci anî ziman ku xurtkirina rêveberiyên xwecîhî dabeşkirina hêza dewletê ye û ev yek anî ziman: “Li Fransayê ewilî hêz hêdî hêdî ji navendîbûnê derket. Ev yek bû gava yekem û mirov dikare ji bo Bakurê Kurdistanê vê modelê bikar bîne.”
* Gundê Nehrî yê navçeya Şemzînana Colemêrgê ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cîhekî girîng e, mazûvaniya gelek berhemên dîrokî jî dike. Qesra Qayme, Qesra Kelatê û Pira Bêgirdî ku ji aliyê kurê mezin ê Şêx Ûbeydûllahê Nehrî, Mihemed Siddîq ve hatiye çêkirin, çend cihên dîrokî yên ji van berheman in.
* Siyasetzan Doç. Dr. Arzû Yilmaz derbarê polîtîkayên Amerîkayê yên li ser Rojhilata Navîn, têkiliyên bi Kurdan re û şerê Îranê de axivî û wiha got: “Niha li Rojhilata Navîn kaosek heye. Di vê tabloyê de berpirsiyar Amerîka ye lê ne aşkere ye ku dê Amerîka çi bike. Heta stratejiya Amerîkayê heye an tune ye ew jî nediyar e. Amerîka di çavê hevalbendên xwe de baweriya xwe winda dike. Heta nikare li ser hevalbendê xwe yê herî nêzîk Îsraîlê jî bandorê bike. Her wiha jixwe polîtîkaya Amerîkayê ya Kurdan tune ye.”
* Wê îro ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Eywana Dawetê ya Dogu Plasê ya navenda Colemêrgê û Taxa Hesênka ya navçeya Çelê bîranîn bê lidarxistin. (09:00-18:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û tevlibûna malbatên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dê cangorî li Enqereyê bên bibîranîn. (10:00)
* Siyasetmedar û bijîşkê navdar ê Kurd Adnan Selçûk Mizrakli dê ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa Fyê were berdan. Piştî ku were berdan tê payîn li Stenbolê hin serdanan bike û paşê bi balafirê bê Amedê.









