Xwendekarên Zanîngeha ODTUyê li dijî ‘rêya rantê’ ya tê xwesin di nava daristana zaningehe de bê çekirin daxuayî dan û diyar kirin ku daristan, ji bo hezar cure zindiyan bûye mal û xwestin ew projê bê rawestandin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), li dijî rêya rantê ya ku di nav daristana zanîngehê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve tê xwestin be çêkirin li ber Şaredariyê daxuyanî dan. Xwendevanên zanîngehê, Komelaya Mezûnên ODTUyê û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Mansûr bela xwe ji daristanên ODTUyê veke” dinivîsî hate vekirin. Girseyê bi berzkirina diruşmeya “Ne sermayedar ne rektor zanîngeh ya me ye” bertek nîşanî rêya rantê dan.
Daxuyanî ji aliyê xwendekarê ODTUyê Mûsa Denîz Nemez ve hate xwendin.
Musa Denîz Nemez destnîşan kir ku bi projeya rêya di nava daristanê de derbas dibe hezar cure zindiyên di nava daristanê de ne jî dê bên tunekirin û wiha got: “Tevî bertekên xwendekar û mamosteyan jî ew projeya rantê bi veşartî careke din dest pê kir. Gelek cure dar û zindî di nava daristanê de dijîn. Heke ev rê çêbibe, ev ekosîstem dê xirab bibe. Projeya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê dixwaze bimeşîne, dê seranserê 24 hektar daristanê bike asfalt û 94 hektar erd li pey vê rêyê jî bike rêya rant û sermayeyê. Daristana ku mala hezar cure heywan û zindiyan e, ne erdê firotin û bazirganiyê ye.”
‘Divê ew projê bê rawestandin’
Di dawiya axaftina xwe de de Nemez destnîşan kir ku Şeredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş li dijî îradeya gelê Enqereyê tevdigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew hewl dide bi zext û tundiyê û zordestiya polîsan me rawestîne. Şeredariya Enqereyê wesayitên înşaatê diajon ser xwendekaran û jiyana xwendekaran dixin xetereyê. Ew ên ku her du aliyên rê bi polîsan dorpêç kirine û hewl didin ku me bi polîsan bitirsînin. Em ê nehêlin ku ev proje bi paşguhxistina vîna pêkhateyên ODTUyê were ferzkirin an jî ji bo berjewendiyên sermayeyê were wêrankirin. Divê ew projê bê rawestandin û makîneyên kar ji daristanê derkevin. Divê hemû qadên xwezayî yên ODTUyê di nav parastina qadên taybet û li dijî talakirinê de cih bigrin.”
Piştî daxuyaniyê, heyeteke xwendekaran bi şeredariyê re di hevdîtinê de ne û xwendekar li benda hevdîtinê ne.














