Li Tekîrdagê li dijî Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî êrişa çekdarî hate kirin. Hat zanîn ku derbarê bûyerê de kesek hatiye binçavkirin.
Kurdên ku li Tekîrdagê dijîn bi armanca perwerdehî û pêşxistina zimanê Kurdî di sala 2024an de li navçeya Çerkezkoyê, Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî ava kirin. Di vê çarçoveyê de li komeleyê dersên Kurdî dihatin dayîn. Duh bi şev kes an kesan nasnameya wan nediyar bi çekan êrişî komeleyê kirin.
Hat zanîn ku derbarê bûyerê de kesek hatiye binçavkirin.














