DEM Partiyê bi kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5emîn PMya xwe ya nû jî diyar kir. Di encama hilbijartinê de 80ê endamên asilî û 35 jî endamên yedek hatin hilbijartin. Di nava PMê de navên nû jî cih girtin.
DEM Partî 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê li dar xist. Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de nêzî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.
Her wiha PMê ya nû jî hat hilbijartin. Di PMya nû de navên nû jî cih girtin. 28ê endamên asîl di PMyê de hatin hilbijartin. Navên nû yên PMya asîl wiha ne: “Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelîk, Aylîn Hacaloglu, Berdan Gunduz, Berîvan Elter, Berna Çelîk, Besriye Tekgur, Çîgdem Kose, Dogan Erbaş, Ekaterini Nikalao, Ekrem Baran, Elîf Çoban, Eylem Saruca, Fîkret Melîh Çolakogulları, Saruhan Oluç, Îbrahîm Ateş, Mehmet Resul Baykara, Metîn Kilavuz, Muhsîn Dalfîdan, Nayîf Bulga, Omer Kulpu, Sedat Şenoglu, Sevda Çelîk Ozbîngol, Seyfettîn Aydemîr, Sezgîn Kartal, Turkut Çatar, Veysî Unat û Zeyyat Ceylan.”
Piştî hilbijartinê kongre bi dawî bû.














