• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    Otomatik taslak

    Li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî: Kesek hat binçavkirin

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê civîna yekem li dar xist

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    ‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

    Otomatik taslak

    Li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî: Kesek hat binçavkirin

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Em amadekariya veguherîneke nû dikin

Enqere / AW

6 ÎLON 2026 - 11:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî û diyar kir ku kongreya wan di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin.”

DEM Partî 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê li dar dixe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girsğ dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî.

Tulay Hatîmogullari bi Erebî û Kurdî xêrhatina beşdarvanan kir û wiha axivî: “Silav ji kedkaran re, silav ji hemû karkerên vî welatî, xîzanên vî welatî re. Silav ji Kurd, Suryanî, Tirk, Ereb û hemû gelan re. Silav jinên pêşeng ên vê têkoşînê, silav ji Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê re. Silav ji jinên fesfeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê re da nasandin. Silav ji kedkarê aştiyê Sirri Sureyya Onder re. Silav ji hevalên sirguniyê ne. Di şexsê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan û hemû hevalên girtî re. Silav ji birêz Abdullah Ocalan re.”

Di axaftina xwe de dema Tulay Hatîmogullari silav şand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girseya li eywanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.

‘Teqez em ê bi serbikevin’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akuş ku duh jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û ji malbatê re sersaxî xwest.

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku kongreya van di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin. Em ê nîqaşan bikin; gelo me karî daxwazên kedkarên di nav xîzaniyê de hewl didin debara xwe bikin bînin ziman, me karî hewcedariyên têkoşînê bi cih bînin. Em dikevin rêyeke ji nû ve avakirinê. Derfetek mezin jî derketiye holê. Tirkiye careke din qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Berpirsyariya me ya hemûyan e ku vê pêvajoyê mîsoger bikin û ji bo serkeftina wê bixebitin. Em ji xwe bawer in, em ji gelên xwe bawer in. Ji bo wê jî teqêz em ê bi ser bikevin.”

Şerê li Rojhilata Navîn

Di axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, butçeyên ku ji bo şer tên xerçkirin û ev tişt anî zman: “Hezên emperyal dixwazin bi şer û pêvçûnan Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe û cîhan di bin xetereya nukluerî de ye. Sûriye hê jî di hewldanên xwe ji nû ve avakirinê de ye. Rojava bi destkêftiyên nû rêya xwe didomîne. Dinya di bin bandora nîjadperest a otorîter de ye. Tirkiye jî van geşedanan ji dûr nîn e. Ew şer bandor li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin. Tirkiye nikare vê mijarê taloq bike û neçare çareser bike.”

‘Werin em aştiyê bi hev re ava bikin’

Tulay Hatîmogullari banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê geşedanên girîng rû dan. Li vî welatî bîra civakî hê zindî ye. Faîl ne diyar, valakirina gundan û qirkirin. Ciwanan jiyana xwe ji dest da. Hê jî li Kurdistanê bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane tên kirin. Ez ji hemû dayikên Kurd re sersaxiyê dixwazim. Her wiha dayikên leşkeran jî zarokên xwe windakirin. Em ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo wê jî weke DEM Partî em dibêjin; têqez em ê aştiyê diyarî hemû welatiyên vî welatî bikin. Aştî bi destxistina mafê kedkaran e, azadiya jinan e, rabûna qeyûman e, azadiya fikir û remanan e. Her wiha perwerdehiya fermî ya Kurdan e, azadiya baweriyan e. Di baweriya Elewiyan de rizalik heye. Li gor vê jiyana bi hev re li ser esasê rizalik e dibe. Ji bo wê jî îradeya birêz Ocalan a 27ê Sibatê pir girîng e. Niha şûn vê ketina qanûna çarçoveyî ji meriyetê pir girîng e. Piştî vê qanûnê divê qanûnên demokratîk jî bên çêkirin. Aştiyê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, jin, ciwan, Elewî, hemû gel, bawerî, welatparêz û sosyalîst û hemû civak dê ava bike. Ji bo wê jî werin em aştiyê bi hev re ava bikin.”

‘Em amadekariya veguherîneke nû dikin’

Her wiha Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku demokratîkkirina komarê bi têkoşîneke hevpar pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hertim li rex daxwazên Elewiyan bûn. Hem welatiya wekhev bi qastî Kurdan ji bo Elewî û hemû welatiyan e. Yên pêvajoyê rexne dikin re jî dibêjin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin û hevdû tenê nehêlin. Heke em wisa bikin em dikarin aştiyê misoger bikin. Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîneke hevpar a demdirêj pêkan e. Em ê bi yekgirtinê bi ser bikevin. Ev kongreya me jî kongreyeke destpêk û vexwendinê ye. Em amadekariya veguherineke nû dikin. Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin.”

Etîket: Kongreya DEM PartiyêTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

6 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026
Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

6 ÎLON 2026
Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

Tûlay Hatîmogullari serdana şîna Mehdî Zana kir

1 ÎLON 2026
‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

30 TEBAX 2026
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayekî korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê îfadeyên kesên ku hatibûn binçavkirin hat girtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne