• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

Mansur Kuyumcu / AW

6 ÎLON 2026 - 10:04
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Îzmîr – Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî ku ji sala 1995an ve girtî ye û tevî cezayê lê hatiye birîn teman kiriye, ji ber ferzkirina poşmantiyê qebûl nake, nayê bardan. Mehmet Saît Yildirim rojên derbasbûyî de krîza dil derbas kir û tevî nexweşiyên xwe yên giran dîsa şandin girtîgehê. Nûnera ÎHDê ya Îzmîrê Vetha Aydin diyar kir ku biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne qanûnî ne û da zanîn ku ji bo berdana girtiyên nexweş pêwîstî bi qanûnên nû nîn in.

Mehmet Saît Yildirimê e ji sala 1995an ve girtî ye û 74 salî ye, niha li Tîpa F yê ya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin. Ew bi salan e li dijî nexweşiyên dil, genetîk û kronîk, fitiqa stû, tansiyona bilind, nexweşiyên dil, KOAH, nexweşiyên pişikê û hişkbûna damaran re têdikoşe. Tevî ku cezayê ku lê birîne di 27ê Sibata 2025an de qediyaye jî bi hinceta ferzkirina poşmaniyê ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nake, nayê berdan û cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin.

Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 25ê Tebaxê de cara 3yemîn poşmantî li Mehmet Saît Yildirim piştî ferz kirin û lewma jî biryara taloqkirina ceza da. Mehmet Saît krîza dil derbas kir û 26ê Tebaxê li Nexşexaneya Bajêr a Îzmîrê hate anjiyokirin û 2 stent li dilê wî dan. Baroya Îzmîrê di bin çavdêriya bijîşkan de çû serdana Mehmet Saît Yildirim. Baro piştre ragihand ku Mehmet Saît Yildirim li ser nivînên xwe hatiye kelempçekirin. Mehmet Saît Yildirim piştî pêvajoya dermankirinê di 28ê Tebaxê de car din şandin girtîgehê.

Nûnera Herêma Îzmîrê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Vetha Aydin derbarê girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim de axivî.

‘Biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne qanûnî ne’

Vetha Aydinê da zanîn ku wan di 1ê Îlonê de li girtîgehê hevdîtin bi Saît Yildirim re pêk aniye, nexweşiyên wî hêj jî giran in. Vetha Aydin bilêv kir k ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim serlêdanên wan didomin û wiha got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê li gorî kêfa xwe tevdigere û ji ber ku biryarên wan ne objektîf in û ne li gorî qanûnan in, divê ev lijne ji roja ewil ve hatibûna rakirin. Ji ber ku bi salan e destûr tê dayîn ku ev lijne bêyî ku hesabê bidin, li gorî serê xwe tevbigere.”

‘Ji bo berdana girtiyên nexweş pêwîstî bi qanûnên nû nîn e’

Vetha Aydinê destnîşan kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li Mehmet Saît Yildirim poşmaniyê ferz dike, lê belê di hiqûqa Tirkiyeyê de û di hiqûqa navneteweyî de tişteke wisa nîn e û got: “Lijne girtiyan wekî ‘terorîst’ û ‘sûcdar’ dibîne û hîn jî li gel Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ev nêrîn neterikandine; poşmantiyê li girtiyên ku cezayê xwe temam kirine jî tê ferzkirin. Heke ev girtî ji kiryarên xwe poşman bûna evqas sal di girtîgehê nediman û her wiha ji bo berdana girtiyên nexweş ne pêwîstî bi qanûna çarçoveyî û ne jî bi qanûneke nû heye, tenê bicîhanîna qanûnên heyî bes e. Lê dîsa jî rêya berdana girtiyên nexweş nayê vekirin.”

‘Dewlet ji bo aştiyê bi erka xwe ranabe’

Di dawiya axaftina xwe de Vetha Aydinê diyar kir ku ew sekinandina şer erenî dibînin, tenê bi sekinandina şer, hemû pirsgirêk nayên çareserkirin û got: “Divê di serî de girtiyên nexweş bên berdan û ji bo girtî tevli siyaseta demokratîk bibin, rê li ber wan bê vekirin. Divê mafên Kurdan ên bingehîn di destûrê de bên mîsogerkirin. Her wiha ev sed sal e siyaseta Tirkiyeyê li ser dijminatiya Kurdan ava bûye û ji bo berevajîkirina vê yekê bareke mezin dikeve li ser milê dewletê, lê mixabin dewlet bi erka xwe ranabe.”

Etîket: ÎHDMehmet Saît Yildirimnexweşiyên giranVetha Aydin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

17 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

12 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne