• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan: Lêgerîna edaletê dê tu carî bi dawî nebe

Navenda Nûçeyan / AW

5 ÎLON 2026 - 13:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHDê ya ji bo aqûbeta windayan ku her hefteyê tê lidarxistin berdewam kir. Di çalakiya Amed û Êlihê de aqûbeta Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 4ê Îlona 1993an de li Êlihê hatin qetilkirin û di çalakiya Colemêrgê de jî aqûbeta 5 şivanên ku 24ê tebaxa sala 1996an de li gundê Xenanisê yê girêdayê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçav kirin û winda kirin, hatin pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane ku daxwaza dîtina windayan, darizandin û girtina kujeran dikin, berdewam kirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ di hefteya 917emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku di 4ê Îlona 1993an de li Êlihê hat qetilkirin, pirsîn.

Di çalakiyê de endamê ÎHDê ya şaxa Amedê Yakûp Guven, hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar axivîn.

‘Ew nûner û endamê xeta azadiyê bû’

Yakup Guven diyar kir ku Mehmet Sîncar siyasetmedarekî Kurdistanê û parlamenterê wan bûye û wiha got: “Ew nûner û endamê xeta azadiyê bû. Mehmet Sîncar hem ji aliyê faîlên meçhul ve hat qetilkirin, hem jî ji ber ku Kurdekî welatparêz bû û dixwest gelê xwe biparêze hate armancgirtin. Tevî van hemû zextan, li ser malbat, heval û zarokên Mehmet Sîncar jî zordarî hate kirin û zimanê me hate qedexekirin.”

‘Zêdetirîn 30 sal in doz nehatiye çareserkirin’

Cîhan Sîncar jî anî ziman ku serê wan bilind e û ev tişt vegot: “Em di pêvajoyekê de derbas dibin ku mirovên 33 sal in parlementerî kirine jî tên tune hesibandin, dîroka wan tê şewitandin û birîndarkirin. Mafên van mirovên ku dihat xwestin fikr û navên wan di nav dîrokê de bêne şewitandin, hê jî nedane wan. Ez jî wekî miroveke vê welatî ji bo zimanê xwe, azadiya xwe û gelê xwe daxwaza edaletê dikim. Di doza Mehmet Sîncar de ku zêdetirî 30 sal in nehatiye çareserkirin, êdî bila edalet rûyê xwe nîşan bide. Hem di sersaxiyên me de hem jî di bîranînên me de daxwazeke me tenê heye, hemû mafên me yên ku hatine binpêkirin, axa me û nasnameya me bi edaletê re bibin yek.”

Piştî axaftinan çîroka windakirina Mehmet Sîncar ji aliyê nûnerê herêmê yê ÎHDê Tahîr Saçakli ve hat xwendin.

Tahîr Saçakli jî diyar kir ku lêgerîna parêzvanên mafên mirovan a ji bo edalet û rastiyê dê qet bi dawî nebe.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 753yemîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê aqûbeta Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 4ê Îlona 1993yan de li Kuçeya Elmayê ya ku li sûka Êlihê hatibûn qetilkirin hat pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan.

Rêveberê ÎHDê ya Êlihê Îhsan Onel çîroka qetilkirina Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 243yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di vê hefteyê de parastvanên mafên mirovan aqûbeta 5 şivanên ku 24ê tebaxa sala 1996an de li gundê Xenanisê yê girêdayê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Daxuyaniya ÎHDê ji aliyê Hevserokê ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ev 30 sal in kujerên 5 şivanan nehatine dîtin û darizandin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: çalakiya xizmên windayanHatîp KiliçMehmet SîncarMetîn OzdemîrXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne