• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
05 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

    Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

    Şehmus Karadag: Şehîd rûmeta vî gelî ne

    Şehmus Karadag: Şehîd rûmeta vî gelî ne

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 5ê ÎLOANA 2026an

    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Mehmet Sîncar hat bibîranîn: Gelê Kurd baş dizanin ku kî van komkujiyan kiriye

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Bîranînên li Çewligê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

    Li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî: Ji bo heqîqet û jiyana azad ‘Rabin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Navenda Nûçeyan

5 ÎLON 2026 - 10:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik bal kişand ser rola bingehîn a civakê û diyar kir ku çareserî ne tenê di destê dewletê de ye. Bayik anî ziman ku divê gel li benda gavên dewletê nemîne; berevajî vê yekê, bi hêza xwe ya rêxistinbûna komînal û têkoşîna demokratîk a civakî xwedî li îradeya xwe derkeve.

Beşa duyemîn a roportaja Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik re kirî, hate weşandin. Bayik di raporotajê de balkişand ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyî û diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxa heyî de bi astengî û xeteriyên giran re rûbirû ye. Bayik got ku gavên heta niha ji bo çareseriyê hatine avêtin bi tenê têrê nakin û diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe, divê teqez gavên siyasî û hiqûqî yên berbiçav bên avêtin.

‘Zagona rêveberiyan li derve dihêle, pêvajoyê tevlîhev dike’

Bayik rexne li zagonên heyî yên ku ji bo pêvajoyê hatine çêkirin kir û got ku ev zagon pirsgirêkan çareser nakin, berovajî wê kûrtir dikin. Bayik anî ziman ku ev nêzîkatiya endamên rêxistinê kategorîze dike û hejmareke girîng a kadroyan li derveyî çarçoveya zagonî dihêle pêvajoyê dixe xetereyê. Bayik ev rewş weke “bi vir li lingê xwe xistin” pênase kir û destnîşan kir ku heta bi nêrînekî demokratîk û adil nêzîkî mijarê nebin, pirsgirêkên xitimînê dê her berdewam bikin.

‘Demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd weke goşt û neynûkê ne’

Di dewama axaftina xwe de, Bayik bal kişand ser girîngiya demokratîkbûna giştî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji hev nayên qetandin. Bayik derbirî ku heta înkara li ser nasname û mafên bingehîn ên gelê Kurd berdewam bike, avakirina jiyaneke aram û demokratîk li Tirkiyeyê ne pêkan e. Bayik bang li hemû hêzên demokratîk, rewşenbîr û aliyên sosyalîst kir ku ji bo çareseriyê zêdetir berpirsiyarî bigirin ser xwe û xwedî li vê pêvajoya dîrokî derkevin.

‘Divê Rêber Apo bi raya giştî re bicive’

Têkildarî spekulasyon, nûçeyên derew û provokasyonên ku li ser girtîgeha Îmraliyê tên kirin, Bayik got ku ev lîstik ji aliyê derdorên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe ve tên organîzekirin. Bayik destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li van provokasyonan û ronîkirina rastiyan, divê derfet bê dayîn ku Rêber Apo bi awayekî azad bi nûnerên saziyên sivîl, rojnamevan û raya giştî re rasterast hevdîtinan pêk bîne.

‘Divê gel li benda dewletê nemîne, bi rêxistinbûna komînal çareseriyê bîne’

Di dawiya nirxandinên xwe de, Cemîl Bayik bal kişand ser rola bingehîn a civakê û diyar kir ku çareserî ne tenê di destê dewletê de ye. Bayik anî ziman ku divê gel li benda gavên dewletê nemîne; berevajî vê yekê, bi hêza xwe ya rêxistinbûna komînal û têkoşîna demokratîk a civakî xwedî li îradeya xwe derkeve. Bayik da xuyakirin ku bi yekitî û xwerêxistinbûna gel, dê hemû astengî werin şikandin û pêvajo bigihîje encamekî serketî.

Etîket: Cemîl BayikKCKKonseya Rêveber a KCKê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026
KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

13 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

11 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

8 TÎRMEH 2026
Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Mûşê angaşta cerdevanekî destdirêjî li kesekî astengdar kiriye: Piştî 14 salan gilî hate kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîs bi awayekî korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hamdiye Komurcu hat bibîranîn: Têkoşîn û gotina gelê Kurd bûye yek

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne