Parlamemterê DEPê Mehmet Sîncar di 33yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku di 4ê Îlona 1993yan de di encama êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin, di 33yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Li gel Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin û gelek welatî, tev li bîranîna ku di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Mêrdînê de (MEBYA-DER) hat lidarxistin, bûn.
Girseya ku li kolana Akdogan kom bûyî bi pankarta “Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin” heya ser gora Mehmet Sîncar meşiya. Piştî ku girse gihişt ser gora Mehmet Sîncar ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERê yê Mêrdînê Salih Kûday bal kişand ser qetilkirinên kujerên wan nediyar û wiha got: “Kujerên Mehmet Sîncar û hezaran Kurdên din di eslê xwe de diyar in. Ji bo pêvajoya îro ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin bi awayek rêk û pêk berdewam bike divê kujerên van dozan werin eşkerekirin û werin darizandin.”
Piştî Salih Kuday, Parlamenter Berîtan Guneş Altin bi bîr xist ku Mehmet Sîncar wê demê ji bo lêkolînên bûyerên kujer nediyar çûbû Êlihê û wiha axivî: “Mehmet Sîncar endamekî parlamentoyê bû û ji bo lêkolîna bûyerên qetilkirinê çûbû Êlihê. Lê li Êlihê ew bi xwe hat qetilkirin û heya îro kujerên wî nehatine diyarkirin. Em hêvî dikin piştî pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin êdî bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn.”
Têkoşîna edaletê

Herî dawî hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî da zanîn ku 33 sal in ew têkoşîna edaletê didin û ev tişt anî ziman: “Vaye 33 sal in em li pey edaletê digerin. Divê Wezîrê Edaletê jî vê dozê bişopîne û kujeran diyar bike. Em tu dem dev jê lêgerîna xwe ya edaletê bernadin.”
Piştî axaftinan girseyê gul danîn ser gora Mehmet Sîncar û bîranîn bi dawî bû.









