Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz eşkere kir ku planên derxistina filistîniyan a ji Xezeyê amade ne û ji bo pêkanîna vê planê ew niha li benda erêkirina Serokê DYEyê Donald Trump in.
Ligel bertekên di asta navneteweyî de jî Îsraîl di polîtîkaya xwe ya valakirina Xezayê de israr dike. Israel Katz di konferanseke ku ji aliyê rojnameya Yedioth Ahronoth ve hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Di dawiyê de ji bo Xezeyê tu çaresereke rasteqîn a koçberî tê de nebe, tune ye.”
‘Takane çareserî valakirina Xezayê ye’
Katz di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku hikûmeta wan di mijara derxistina nifûsa Xezeyê de hem bi biryar e û hem jî amadekarî temam kirine. Katz da zanîn ku ji bo valakirina Xezayê divê Washington pêkanîna planê erê bike û ew li benda wê ne ku rêveberiya Trump ji bo dewletên ku filistîniyan bibinê çareseriyekê bibîne.













