• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 4ê ÎLONA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

4 ÎLON 2026 - 08:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

* Nivîskar Mûsa Şanak diyar kir ku bi êrişên karkerên Kurd, gotinên nijadperestî û xurandina birînên Elewiyan tê xwestin li dijî pêvajoyê enerjiyek negatîf derxin holê û wiha got: “Îxtîmalek heye ku di nava burokrasiyê, emniyetê û artêşê de jî hêzek ku dixwaze şer xurt bike heye. Dibe ku hin tiştan ji xwe re bikin hincet û gumanên di nava gelê Kurd de xurttir bikin. Dibe ku provakasyonên mezintir çêbikin. Divê şiyarbûnek hebe.”

* Parêzer Gulan Çagin Kalelî derbarê hedef girtina bîranînên cangoriyan, zimanê li dijî bîranînan tê bikaranîn de diyar kir ku di demeke ku behsa aştî û civaka demokratîk tê kirin de ne mecbûr in ku bibêjin “Miriyê te, miriyê min”, lê divê bikaribin bibêjin “Mafê te yê şîn danînê jî bi qasî yê min hêja ye” û wiha got: “Bi dîtina min civaka demokratîk a rastî tam jî li vir dest pê dike.”

* Emrûllah Zumrut ê ku bi salan e bi karê bazirganiyê û tekîstîla cilûbergan re mijûle, diyar kir ku wan di sala 2009an de markaya bi navê Heftreng a cilûbergên Kurdî ku bi rengên kesk û sor û zer pêk tên vekiriye û ji ber hincetên propagandayên rêxistinê û siyasî desthilatê ew îmalata wan a cilan dabû sekinandin. Zumrut got ku piştî ku îmalatê dabûn sekinandin, wan careke dinê bi heman nav û rengî markaya xwe vekir û dest bi dirûtina cilan kir.

* Li navçeya Sûra Amedê, bi hevkariya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Zarok TVyê xebateke ji bo nivîsandinê ya zarokan tê kirin. Zarokên ku beşdarî kargehên çîroknivîsîn û dramayê dibin, amadekariya hejmara 2yemîn a kovara “Nivîskarên Biçûk” dikin. Kovara ku hemû nivîsên wê ji aliyê zarokan ve tên nivîsandin, wê di 12ê Îlonê de derkeve.

* Endama Komelaya Jinan a Starê Pinar Kûtevî derbarê mirina bigûman a Rojîn Kabaîşê de axivî û diyar kir ku Rojîn ne ya ewil, ne jî ya dawî ye û wiha got: “Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin, lewma divê jin di nava jiyanê de têkoşînê bikin.”

* KESK dê li oteleke Enqereyê komxebata 3yemîn a jinan ku dê 3 rojan bidome li dar bixe. (10:00)

* Komeleya Mafên Mirovan a Amedê dê derbarê kuştin û doza Mehmet Sîncar de li avahiya xwe daxiyaniya çapemeniyê li dar bixe. (14:00)

* Şaredariya Rezanê, GÎB-DER û Platforma Şiyar Be dê derbarê hişbir û fihûşê de li ber Salona Werzîşê a Şaredariya Rezanê daxuyanî bide çapemeniyê. (17:00)

* Rêxistinên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê dê Habîp Kiliç ê ku di 2yê Îlona 1993yan de û Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEPê Metîn Ozdemîr ên di 4ê Îlona 1993yan de li Kuçeya Elmayê ya Êlihê hatibûn qetilkirin, li Kuçeya Elmayê bi bîr bînin. (17:00)

 

 

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 23yê COTMEHA 2026an

23 COTMEH 2026
ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê COTMEHA 2026an

21 COTMEH 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 20ê COTMEHA 2026an

20 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 19ê COTMEHA 2026an

19 COTMEH 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 18ê COTMEHA 2026an

18 COTMEH 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 17ê COTMEHA 2026an

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne