• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

    Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî serdegirtina malan da

    Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî serdegirtina malan da

    DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

    DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

    Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

    OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

    Li Êlihê kesek dawî li jiyana xwe anî

    Li Êlihê kesek dawî li jiyana xwe anî

    Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

    Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

    Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî serdegirtina malan da

    Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî serdegirtina malan da

    DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

    DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

    Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

    OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

    Li Êlihê kesek dawî li jiyana xwe anî

    Li Êlihê kesek dawî li jiyana xwe anî

    Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

    Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî serdegirtina malan da

Wan / AW

3 ÎLON 2026 - 18:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bertek nîşanî binçavkirinan da û diyar kir ku binçavkirin û serdegirtinên ku bi hinceta bîranînan hatine kirin nayên qebûlkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, ji bo protestokirina serdegirtina malan û binçavkirinên ku danê sibahê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin kirin, li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek dan. Li gel endamên platformê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk ên li bajar û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Aştiyeke birûmet berpirsiyariya hemû aliyan e’

Rêveberê Partiya DEMê ya Wanê Umit Gul ê ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku binçavkirin û serdegirtinên ku piştî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin nayên qebûlkirin. Umît Gul bi domdarî wiha got: “Ev hemû gav ji bo ku êşên di rabirdûyê de hatine kişandin careke din neyên jiyîn û ji bo civakîbûn û aştiyeke birûmet hatin avêtin. Rawestandina windahiyên civakî, aborî, derûnî û siyasî ku ji ber israra di neçareseriya meseleya Kurd de û pêvajoya pevçûnê ya ku 50 salan zêdetir e dewam dike hatine jiyîn û avakirina aştiyeke birûmet berpirsiyariya hemû aliyan e.”

‘Di nêzikatiya pêvajoyê de herkes di heman helwestê de nîne’

Umît Gul diyar kir ku binçavkirinên bi hinceta bîranînan hatine kirin nayên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Parvekirina êşan û avakirina taziyeyên gel li gorî çanda xwe ya li bajaran, tenê bi rêzgirtina her kesî ji bo vê yekê re ji bo siberojeke hevpar û azad dibe ku pêk bê. Divê her kes bizanibe ku bibîranîna gel a bo zarokên xwe, nayê wateya nedîtina êşa yên din; berovajî wê tê wateya ku êdî tu can nekeve axê. Binçavkirinên ku duh û îro li Amed û Wanê hatine jiyîn nîşan didin ku di nêzîkatiya pêvajoyê de her kes di heman helwestê de nîne. Li herêma me nêzîkatiya gelê me ya ji bo şînan zelal e. Di baweriya me de tê zanîn ku çawa nêzîkî şînan dibin.”

‘Di polîtîkayên dijhiqûqî de israr tê kirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Umît Gul anî ziman ku Kurd wê her dem xwedî li zarokên xwe yên ku di têkoşîna siyasî ya demokratîk de jiyana xwe ji dest dane û bedel dane derkeve, şînên layîqî wan çêbike û bîranînên wan bide jiyîn. Umît Gul destnîşan kir ku ew binçavkirinên bi hinceta ku tev li bîranînê bûne qebûl nakin û wiha axivî: “Daxwaza me ya bingehîn berçavgirtina hesasiyetên gelê me û vegera ji vê politîkaya çewt a di vê pêvajoyê de ye. Duh li Wanê hewldana revandina hevalên me yên ji meclisa ciwanan bi ti awayî nayê qebûlkirin. Û ev yek nîşan dide ku di polîtîkayên kevn û dijhiqûqtiyê de israr tê kirin. Kes û saziyên ku li ser navê raya giştî vê pêvajoyê birêve dibin, divê van provokasyonan pêşbînî bikin, hişyar bin û em dîsa diyar dikin; divê hesasiyetên gelê me berçav bigirin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”

Hewl dane ciwanan birevînin

Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku duh hewldana revandinê rû daye. Gulederen Varli da zanîn ku wan tespît kiriye ku plakaya wesayîta ku hewl daye ciwan birevîne sexte ye û got: “Me bi zanîna hesasiyetên xwe gav avêt vê pêvajoyê. Ev provokasyonek li hemberî vê pêvajoyê ye. Em bêtehemuliya li hemberî şînên xwe qebûl nakin. Aştî çi dibe bila bibe dê bê vê axê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Anatoliyayê belgefîlma Bûka Baranê da nasîn

3 ÎLON 2026
Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

3 ÎLON 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê ACAyê hat girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 2 kesên din hatin girtin

3 ÎLON 2026
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê û balyozê Tirkiyeyê li hev civiyan

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê û balyozê Tirkiyeyê li hev civiyan

3 ÎLON 2026
DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

DEM Partiyê bertek nîşan da: Qeyimê Wanê rêyên Erdîşê çênake

3 ÎLON 2026
Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

OHD: Binçavkirinên li Amedê li dijî ruhê pêvajoyê ye

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şalûl li Amedê hatin dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne