• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

Îzmîr / AW

1 ÎLON 2026 - 14:23
Kategorî: ROJANE
A A
ÎHDê ya şaxa Îzmîrê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û bê cudakarî ku her kes tê de jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet dijî, di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a şaxa Îzmîrê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya komeleyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin, rêveberên şaxa Îzmîrê ya ÎHDê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ji bo Aştî û Mafên Mirovan Têdikoşin’ hat vekirin.

Metna çapemeniyê jî ji aliyê Endama Rêveberiya ÎHDê Nazli Tûran ve hate xwendin.

‘Bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne’

Destpêkê hevserokê giştî ya ÎHDê Cîhan Aydin axivî. Cîhan Aydin anî ziman ku ew bêdengbûna çekan û axaftina li ser pirsgirêka aştiyê gelekî girîng dibînin, piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo serketina wê her cûre hewldanan dikin û bal kişand ser sersaxiyên ku li bajar û navçeyên Kurdistanê ji bo kesên di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Li Tirkiyeyê di çapemeniyê de, bi taybetî jî di çapemeniya ku li dijî aştiyê ye de, atmosfereke ku dixwazin vê veguherînin dijminatiya aştiyê heye. Em vê yekê bi xemgînî dişopînin. Di encamê de, bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne. Şer rawestiya lê belê hafizeya vî şerî li cihê xwe disekine. Lewma divê em, yanî ev civak û hemû komên etnîkî û komên baweriyê yên ku di nav vê civakê de wekî dijmin tê dîtin,rastiya ku vî şerî çêkiriye re rû bi rû bimînin. Divê mirov ji miriyan netirse. Divê mirov rêzê li wan bigire. Divê em êşên hatine jiyîn, hemû êşan bêyî ku bi hev re bidin pêşbirkkirin, wekî giştî deynin ser maseya aştî û rastiyê. Em tenê bi vî rengî dikarin aştiya mayînde ava bikin.”

‘Çareseriya pirsgirêka Kurd bi xistina meriyetê ya mafên mirovan pêkan e’

Piştre endama rêveberiya ÎHDê Nazli Turan jî diyar kir ku aştî bi avakirina sîstemeke civakî ya demokratîk pêkan e lewma aştî mafekî mirovî ye û destnîşan kir ku dîroka nêz a Tirkiyeyê nîşan daye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehîparêz û înkarker nayê çareserkirin û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên ewlehîparêz bûne sedema mirina bi hezaran mirovan, koçberkirinê, valakirina gundan, windakirinên bi zorê û kuştinan, îşkence û muameleya xirab û astengkirina gelek maf û azadiyên bingehîn. Weke parêzvanên mafên mirovan wekî ku me bi salan gotiye, çareseriya Pirsgirêka Kurd; ne bi tundî û polîtîkayên ewlehiyê re; bi demokrasi, qanûn, hevwelatîbûna wekhev û xistina meriyetê ya mafên mirovan a bi awayekî giştî re pêkan e. Di qonaxa ku îro hatiye de em dibînin ku pencereyeke nû ya çareseriya aştiyane û demokratîk hatiye vekirin. Lê belê bêdengbûna çekan bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku aştiya mayînde bê dabînkirin, divê gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, qanûnî û civakî yên ku şer çêdikin, di heman demê de bên avêtin.”

‘Şert û mercên Abdullah Ocalan divê ji nû ve bên sererastkirin’

Nazli Tûran bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku Abdullah Ocalan aktorekî girîng ê pêvajoyê ye ji ber vê şert û mercên wî divê ji nû ve bên sererastkirin û wiha pêde çû: “Divê bi pêşbînîkirina tecrîda malê yan jî şert û mercên înfazê yên bi vî rengî derfetên hevdîtinê yên bi cîhana derve re bên dabînkirin û ev babet bên girêdan bi mîsyongireke qanûnî. Tedbîrên ku tevlêbûna mîlîtanên çekdar ên vedigerin û kesên ji girtîgehan derdikevin a çalakiyên siyasî û jiyana civakî sînordar dikin, sepandinên ku li dijî ruhê pêvajoyê ne, divê bên rakirin. Ewlekirina pêvajoya bêçekkirinê û vegera jiyana demokratîk bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh, dabînkirina ewlehiya aktorên ku di pêvajoyê de cih digirin û vekirina rêya siyasetê ya demokratîk mecbûrî ye. Em Qanûna Çarçoveyî ya ku li parlamentoyê hatiye qebûlkirin, tevî kêmasiyên xwe jî wekî gaveke girîng di warê avakirina zemîna qanûnî ya pêvajoya aştiyê de dinirxînin; lê belê em careke din teqez dikin ku ji bo aştiya mayînde divê qada qanûnê bi perspektîfa mafên mirovan û çareseriya demokratîk were xurtkirin û berfirehkirin.”

Banga 1ê Îlonê

Her wiha Nazli Tûran anî ziman ku wekî şaxa ÎHDê ya Îzmîrê ew ê piştgiriya her gaveke demokratîk a ku bê avêtin bikin, kêmasiyên pêvajoyê û binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, mafê aştiyê biparêzin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Ji ber em dizanin: Aştî mafekî mirovî ye ku nayê taloqkirin. Rêya aştiya mayînde ji demokrasî, dadmewerî, wekhevî û azadiyê derbas dibe. Di vî 1ê Îlonê de em banga xwe careke din dubare dikin; Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a bê şer, bê cudakarî ku her kes tê de jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet dijî, em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in.”

Etîket: ÎHDKomeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

17 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne