• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

Navenda Nûçeyan / AW

29 TEBAX 2026 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiyên Xizmên Windayan ku her hefteyê tê lidardixin, vê hefteyê li Amed, Êlihê, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiya Amed de aqûbeta Osman Buluttekîn, di çalakiya Êlihê de aqûbeta Mehmet Emîn Çelîk, di çalakiya Rihayê de aqûbeta Faysal Kizilirmak û di çalakiya Colemêrgê de aqûbeta Mehmet Ertak hat pirsîn. Her wiha li Îzmîrê jî bi boneya 30ê Tebaxê Roja Windakirina bi Zorê ya Navneteweyî daxuyanî hat dayîn.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin“ di hefteya 916emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Hevserokê ÎHDê ya Şaxa Amedê Ercan Yilmaz, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Osman Buluttekîn ê ku di 23ê Tebaxa 1995an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliyê kesên ku xwe wek polîs dane nasîn ve ji mala wî bi zorê derdixin û dibin û ji wê rojê ve hê jî aqûbeta wî nayê zanîn, pirsîn.

Çîroka Osman Buluttekîn ji aliyê endama ÎHDê parêzer Berfîn Elçî ve hate xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî ji bo ku aqûbeta windayan were zelalalkirin û bi daxwaza darizandina kujeran, di hefteya 752yemîn de çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xist.

Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Emîn Çelîk ê ku di 28ê Tebaxa 1994an de li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê hat kuştin, pirsîn.

Çîroka Mehmet Emîn Çelîk ji aliyê endamê rêvebir Huseyîn Elçî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Huseyîn Elçî got ku kesên fermana înfaza Mehmet Emîn Çelîk dane hêj nehatine darizanin û xwest kesên fermana înfazê dane werin darizandin.

Her wiha Huseyîn Elçî diyar kir ku ku dê heta dawî ji bo pêkhatina edaletê û derxistina holê ya heqîqetê têbikoşin û gav paşde neavêjin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Riha

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 82yan de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Faysal Kizilirmak ê ku di sala 1992an de dema diçû ser kar di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Çîroka windakirina Faysal Kizilirmak ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Rihayê Mehmet Kilinç ve hat xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Colemêrg

Çalakiya Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteya 242yemîn a çalakiyê de kujerên Mehmet Ertak yê ku 18ê tebaxa sala 1992yan de li Şirnexê hatibû windakirin hat pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê sekreteterê ÎHDê yê Colemergê Pinar Şen ve hat xwendin û hat ragihandin ku ev 34 sal e kujerên Mehmet Ertak nehatine dîtin û nehatine darizandin. Di dawiya daxuyaniyê de pirsa “Winda diyar e, kujer li ku ne?” hat pirsîn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Îzmîr

Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di çalakiya vê hefteyê de ya ku du hefteyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, bi boneya 30ê Tebaxê Roja Windakirina bi Zorê ya Navneteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Windayî diyar in, kujer li ku ne?’ û ‘Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve’ hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Vetha Aydin ve hat xwendin.

Vetha Aydin destnîşan kir ku bûyerên windakirina bi zorê yên ku bi taybetî di salên 1990î de qewimîn, hê jî nehatine ronîkirin û polîtîkaya bêcezahiştinê didome û wiha got: “Lêgerîna me ya edaletê û heqîqetê li gelek bajaran, bi taybetî ji aliyê Dayikên/Mirovên Şemiyê ve li ber Lîseya Galatasarayê tê meşandin, bi biryarî berdewam dike. Bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re û bêyî darizandina berpirsan avakirina aştiyeke civakî ya mayinde ne pêkan e; divê dewlet dosyayên windayan û gorên komî bi rêbazên zanistî lêkolîn bike.”

Vetha Aydin bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Windakirina Bi Zorê îmze bike û windakirina bi zorê di nava pîvanên navneteweyî de wekî sûcekî serbixwe binirxîne û ev tişt vegot: “Em ê heta ku çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin, heqîqet derkeve holê, berpirs bên darizandin û bêcezahiştin bi dawî bibe, têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: çalakiya xizmên windayanÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

17 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne