• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzerê Abdullah Ocalan: Dê qanûn bi xwe re baweriyekê bîne

Daristan Pala / AW

24 TÎRMEH 2026 - 08:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Sabahattîn Kaya destnîşan kir ku cara ewil e ku dê di bin siwana Meclisê de qanûnên çareseriyê bên çêkirin û got: “Derxistina qanûnê dê baweriyekê jî bi xwe re bîne û bibe gaveke şênber.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya 27ê Sibata 2025an pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de di hefteyên dawî de liv û tevgera li ser amadekirina qanûnê zêde bûye û Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê jî ji bo heman mijarê di 19ê Tîrmehê de çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê pêşniyarên Abdullah Ocalan ên derbarê qanûna çarçoveyî de guhdar kirin da ku bi partiyên siyasî re parve bike. Ji aliyê din ve Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî têkildarî mijarê serdana MHP, DEM Partî, Koma Yenî Yolê, Kemal Kiliçdaroglu, ÎYÎ Partî û AKPê kir û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew ê pêşnûmeyê bînin Lîjneya Giştî ya Meclîsê.

Parêzerê Abdullah Ocalan Sabahattîn Kaya derbarê geşedanên dawî yên pêvajoyê û amadekirina qanûna çarçoveyî de nirxandinên girîng kir.

Sabahattîn Kaya bal kişand ser amadekariyên qanûna çarçoveyî û da zanîn ku ew li bendê ne ku qanûn hefteyeke din bê meclîsê. Sabahattîn Kaya diyar kir ku dê li ser vê pêşnûmeyê nîqaş bên meşandin û got: “Nûman Kurtulmuş jî li ser vê mijarê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Bendewarî ew e ku hefteya li pêşiya me ev pêşnûmeya tê amadekirin, ji pêvajoyê re bibe bersiv. Derxistina van qanûnan dê baweriyekê jî bi xwe re bîne û bibe gaveke şênber. Divê hemû alî fikr û ramanên xwe yên derbarê van qanûnan de bînin ziman. Divê fikr û ramanên birêz Ocalan, pêşniyarên wî, pêşniyarên siyaseta Kurd, Tevgera Azadiyê bên girtin. Divê xebateke hevbeş were kirin. Bi tenê xebateke yekalî û nêzîkatiyeke weke ‘Ez desthilatdar im an jî ez dewlet im, ez vê yekê guncav dibînim, ez ê vê qanûnê bînim meclisê’ şaş e. Nêzîkatiyên yekalî faydeyê nadin û ji bo çareseriyê jî pêşiya me venakin. Divê xebateke hevbeş bê kirin, hemû kes, hemû aliyên vê pirsgirêkê li ser pêk werin, li ser hev bikin.”

‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bêne başkirin’

Sabahattîn Kaya destnîşan kir ku tişta herî lezgîn guherandina şert û mercên Abdullah Ocalan e û diyar kir ku divê statuya wî bê eşkerekirin. Sabahattîn Kaya destnîşan kir ku başkirina şert û mercan dê derfetê bide ku Abdullah Ocalan jî rola xwe bilîze û wiha pê de çû: “Divê teqez derfetên birêz Ocalan yên weke têkiliya bi derve re, bi rêxistina wî re, bi derdorên cuda re bêne afirandin. Ev gava herî lezgîn e.”

‘Cara ewil dê qanûnên çareseriyê bên çêkirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Sabahattîn Kaya bal kişand ser giringiya qanûna çarçoveyî û da zanîn ku wê bibe cara ewil di bin banê meclîsê de qanûnên çareseriyê tên derxistin. Sabahattîn Kaya destnîşan kir ku ev yek gelekî hêja û girîng e û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Helbet ev yek bi tena serê xwe hemû pirsgirêkan çareser nake. Ji bo destpêkê û baweriyekê biafirîne hewce ye. Her wiha di çarçoveya qanûnê de ji bo vegerê niha behsa avakirina buroyeke terorî di bin banê serdozgeriyan de dikin. Hêj tiştekî fermî nehatiye gotin, lê heke tiştekî wisa hebe, ev ne karekî lezgîn e. Helbet dê tiştên wisa jî hebin, lê hêj tu muzakere li ser vê yekê nehatine kirin ku bê ka dê çawa bixin meriyetê? Divê pêşiya wê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”

‘Ji bo girtî û qeyiman jî qanûn lazim e’

Sabahattîn Kaya bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku divê di qanûna çarçoveyî de behsa wan jî bê kirin. Sabahattîn Kaya destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş baş nîne û wiha berdewam kir: “Her wiha divê polîtîkayên ku poşmantiyê li ser girtiyan ferz dikin bên terikandin û qeyûmên li ser şaredariyan paşve bên kişandin. Ji bo van tiştan jî qanûn hewce ne da ku pêşiya van kiryaran bê girtin. Ev tişt hemû gavên ewil ên ku bên avêtin in.”

‘Piştî çareseriyeke mayînde wateya çekan jî namîne’

Parêzer Sabahattîn Kaya da zanîn ku dawiya vê pêvajoyê ji holêrakirina çekan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema çareseriyeke mayînde çêbû, ji xwe wateya çekan jî namîne. Çek encam e, divê sedemên wê ji holê bêne rakirin da ku hewceyî bi çekan nebe. Bawerî û hêviya min a ji bo çareseriyeke mayînde gelekî mezin e. Divê gelê Kurd wekî gelekî damezrîner ê avakirina komarê bê dîtin û di destûra bingehîn de jî bê bicîhkirin. Divê her kes di vî warî de rola wan çi be, çi ji destê wan tê bikin. Erê, bendewariya me û hêviya me gelekî mezin e. Lê astengiyên pêşiya me jî pir in. Lewma divê em bi sebir û çêker nêzî mijarê bibin û li gorî rihê demê tevbigerin.”

Etîket: amadekirina qanûnanParêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanqanûna çarçoveyîSabahattîn Kaya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne