Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke niviskî belav kir. Abdullah Ocalan di nirxandina xwe de destnîşan kir ku divê pêvajo hiqûqî û qanûnî were destpêkirin û divê rûpelek nipînû were vekirin û ji destê kî çi tê bike.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî 2 mehan dûh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinek krîtîk pêk anî. Li gorî ku Heyetê ragihand; hevdîtin 5 saetan berdewam kiriye.
Heyetê derbarê hevdîtina li gel Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Çi çapemenî û raya giştî re;
Me weke Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî demek dirêj bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfireh pêk anî. Me di civînê de li ser mijarên; geşedanên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, qonaxa ku pêvajoya aştiyê gihîtşiye û li ser çawaniya qanûna çarçoveyî bi awayek hûrgilî axivîn.
Di hevdîtinê de birêz Ocalan ji bo ku bi raya giştî re were parvekirin ev nirxandin kir:
‘Biryardariya me ya li pişt ruhê gavavêtina banga 27ê Sibatê û çareserkirina pirsgira xwişk û biratiyê ku di nav hiqûqê de were çareserkirin, berdewam dike. Em di arefeya vê yekê de ne tifaq û yekîtiya dîrokî ya Kurd-Tirk a ku li Anatoliyê heqîqeta dîrokî ye û ku di hemû qonaxan de ji hev qut nebûye li ser zemîna hiqûqî xurt bikin. Heqîqeta ‘Eger tu Kurdan ji Tirkan bikî, Kurd namînin, eger tu Kurdan ji Tirkan bikî Tirk namînin’ pêşxistina jiyana hevpar û hiqûqa wekheviyê bi me dide ferzkirin. Dema ku divê hesasiyetek beramberî hev were çaverêkirin ku zemînek qanûnî pêk were hatiye. Ez bi sebrê li bendê me ku ev rê were vekirin. Ev yek firsendek dîrokî ye. Ez di hişmendiya vê yekê de me. Divê bi hesab û nêzîkatiyên biçûk, teng û ku xizmetê ji siberojê re nake, were terkkirin. Em hemû bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Li TBMMê Komîsyona ku hatibû avakirin, raporek hevpar amade kir. Di rapora ku hatibû amadekirin de jî divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî were destpêkirin. Divê pevçûn û çek bi temamî ji dewrê bên derxistin. Divê rûplen nipînû were vekirin. Ji destê kî çi tê divê bike.
Tifaqa Kurd-Tirk li Anatoliyê hîmê bingehîn ê siberojê ye. Di her gavavêtinê de divê em çanda vê axê esas bigirin. Bi sererastkirina qanûnî divê ev tifaq, bi awayekî mayînde bigihîje misogeriya hiqûqî û di komarek demokratîk de jiyanek bi hev re ya azad û wekhev pêkan e. Divê hiqûqa negatîf veguere hiqûqa pozîtîf.
Ji bo avakirina jiyanek hevpar, wekhevî û edaletê rûpelek nipînû ji bo bê vekirin, dîrok firsndekê pêşkêşî me dike. Baweriya min pê heye ku em ê vê firsendê bi hev re binirxînin.’
Em jî weke heyetê, vê banga birêz Ocalan dîrokî dibînin û dixwazin di serî de bi TBMMyê û hemû saziyên pêwendîdar re diyalogek xurt bidomînin. Em pêvajoyê ber bi bi encamek rast ve li pêş bixin. Em carek din dixwazin destnîşan bikin ku em biryardarî vê pêvajoyê li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bi awayekî mayînde bigihînin çareseriyê.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê
21ê Tîrmehê 2026”













