Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin li gelek bajaran çalakî li dar xistin û aqûbeta Hamza Arslanoglû, Şefîk Geçgel, Abdûrrahman Coşkûn, Hamît Temel, Huseyîn Toraman û Ayhan Efeoglû pirsîn.
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane domandin û aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn.
AMED
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 924yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê domand. Parezvanên pafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamza Arslanoglu, ên ku di 25ê Cotmeha 1995an de li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hatibû şopandin û windakirin pirsî.
Alîkarê Serokatiya Giştî ê Ercan Yilmaz daxuyaniyên ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve derbarê Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Bêfaîl de hatine kirin bi bîr xist û got: “Herî dawî di 3yê Cotmeha 2026an de daxuyaniyek hat dayîn. Di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta îro 58 dosyayên hatine ronîkirin. Berê jî me gelek caran di vê mijarê de bang kiribû. Li Tirkiyeyê windakirina bi zorê û cinayetên faîl nediyar rastiyek e. Lê belê em dibînin ku sûcên bi mebestên siyasî hatine kirin heta îro hatine paşguhkirin.”
Piştî Ercan Yilmaz kurê Hamza Arslanoglu, Mesut Arslanoglu diyar kir ku bavê wî ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê JÎTEMê ve dihat şopandin û li Cadeya Hatboyu li Torosa Spî hat siwarkirin û hat revandin. Mesut Arslanoglu got ku divê êdî aqûbeta windayan were eşkerekirin û wiha axivî: “Tevî salên ku derbas bûn jî em negihîştin encamekî. Me hîna nekariye ku em şîn û konê van windayan deynin.”
Çîroka Arslanoglu ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHDê a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bi deqeyekê bi dawî bû.
RIHA
ÎHDa Rihayê û xizmên windayan di hefteya 86an de çalakiya xwe domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şefîk Geçgel ê ku di sala 1993an de li navçeya Sêwregê ya Rihayê piştî hat girtin û tu agahî jê nehate girtin, hat pirsîn. Endamên saziyên sivîk û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Rêvebera ÎHDê ya Rihayê Demet Aykut çîroka Şefîk Geçgel xwend.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Êlihê di hefteya 760emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de aqubeta Abdûrrahman Coşkûn ê ku di 29ê Cotmeha 1995an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema ku ji mal derketiye û hatiye windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHDê yê Êlihê Sedat Yildirim çîroka windakirina Abdûarrahman Coşkûn xwend.
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHDa Colemêrgê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 250 de çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamît Temel ê ku 19ê Cotmeha 1991an de li gundê Pelan/Peyîla hatibû binçavkirin û winda kirin hate pirsîn.
Daxuyanî ji aliyê rêvebirê ÎHDê Keskîn Erol ve hate xwendin. Keskin Erol behsa çîrok û kuştina Hamît Temel kir û ev yek got: “Hamît Temel di sala 1991ê de ji aliyê komeke ku ji 10 kesên bi rûpêş û bi çek ve li mala xwe bi êşkenceyê tê binçavkirin. Heta 4 rojan malbata wî ruxmê hemû hewldanan jî tu agahiyê derbarê wî de bi dest naxe. Di roja 5emîn a windabûna wî de, li ser rêya gundê Pêlan ê navçeya Geverê cenazeyê wî ku du gule berdane serê wî ji aliyê şivanekî ve tê dîtin. Li ser agahdarkirina şivan malbata wî diçe cenaze hildigire û vedişêre. Saziyên dewletê tu bersiveke fermî nade malbatê di derbarê kiştina Hamîd Temel de. Piştî salan dozgeriya Geverê di derbarê dosyaya Hamît Temel de biryara neşopandinê dide.”
Beşdarên çalakiyê û xizmên windayan daxwaza tespîtkirin û darizandina kujerên Hamît Temel kir.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Îzmîr
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo bal kişandina ser rewşa kesên di dema binçavanê dehatine windakirin daxuyanî da. Daxuyaniyê de pankarta “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hate vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHDa Îzmîrê Hatîce Erdogan ve hat xwendin.
Hatîce Erdogan diyar kir ku ew li dijî dana jibîrkirinê û bêcezahiştinê; parastina bîr, rastî û edaletê didomînin û got: “Heta ku windayên me neyên dîtin, kiryar neyên darizandin û rastî neyên derxistin holê, ne aştiya civakî ne jî edalet dê pêk bê.”
Dosyeya Ayhan Efeoglu
Hatîce Erdogan bal kişand ser çîroka windakirina Ayhan Efeoglu û Huseyîn Toraman û ev agahî dan: “Ayhan Efeoglu xwendekarê Beşa Jeolojiyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê bû. Ji ber têkoşîna zanîngeha demokratîk 9 caran hatibû binçavkirin. Di 6ê Cotmeha 1992an de li ber dibistanê ji aliyê polîsên sivîl ên ve hat binçavkirin û hat windakirin. Ji hemû serlêdanan re bersiva ‘Kesekî wiha di bin çavan de nîne’ hat dayîn. Di sala 2008an de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bêyî ku li benda dema 20 salan bisekine, biryara neşopandinê da.”
Dosyeya Huseyîn Toraman
Erdogan di berdewamiya daxuyaniyê de behsa Huseyîn Toraman kir û got: “Huseyîn Toraman di sibaha 27ê Cotmeha 1991an de li Kocamustafapaşa ya Stenbolê li ber mala xwe ji aliyê kesên bi çek û amûrên ragihanê yên sivîl ve ku xwe wek polîs dane nasîn, bi zorê xistin erebeya ‘Torosa Spî’ a bi plakaya 34 ATZ 56 û birin. Her çend malbatê û şahidan serî li hemû saziyan dabe jî, hat redkirin ku Toraman hatibe binçavkirin û serlêdan bêhesab man.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê dev ji daxwaza edaletê bernadin û bang li rayedarên siyasî û darazê hat kirin ku dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê û redkirinê bînin û lêpirsîneke bi bandor bimeşînin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştina 5 deqeyî bi dawî bû.

































