• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Mahmût Altintaş / AW

24 COTMEH 2026 - 10:02
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Enqere – Banga Devlet Bahçelî û bersiva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku da Bahçelî 2 sal li pey xwe hişt. Piştî gelek geşedanên dîrokî bi qanûna çarçoveyî pêvajo gehişt merhaleyeke din. Lê ji ber ku heta niha ji aliyê dewletê ve ji bo pêkanîna qanûnê gaveke şênber nehatiyê avetin hê jî qanûn neketiyê meriyetê. Pêvajo bi nîqaşa diyarkirina statuya Abdullah Ocalan û pêkanîna qanûna çarçoveyî berdewam dike. 

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk yek ji rojeva sereke ya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de li komcivîna partiya xwe de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Bila bang li rêxistina xwe bike, rêxistin xwe fesix bike û piştre bila ji mafê heviyê sûd werbigire û were li Meclisê biaxive.” Piştî vê banga Devlet Bahçelî di 23yê Cotmehê de biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan çû Girava Îmraliyê û piştî tecrîda girankirî ya 9 salan hevdîtina rû bi rû bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kir ku tecrîd berdewam dike û heke şert û merc bên çêkirin, heza wî têrê dike ku pêvajoya pêvçûnan veguherîne zemîna hiqûqî û siyasî. Bi vê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî têkçûyina pêvajoya çareseriyê ya sala 2013-2015an û şerê 10 salan pêvajoyeke nû dest pê kir. Destpêkirina pêvajoyê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê deng veda û bandorek mezin li ser siyasetê kir û li herêmê jî serdemekê nû dest pê kir.

Banga dîrokî: Aştî û Civaka Demokratîk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir ku êdî hebûna Kurdan misoger bûye, PKKê misyona xwe bi cih aniye û xwest PKKê kongreya xwe kom bike û xwe fesix bike. Ev banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê deng veda û bû rojeva sereke. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate destpêkirin û bi vê bangê re pêvajoya şer û pevçûnan cihê xwe ji pêkanîna aştiyê û çareseriyê re hişt.

Kongreya PKKê û biryara xwefesixkirinê

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku di 27ê Mijdara 1978an de li navçeya Licê ya Amedê hatibû damezrandin, piştî têkoşîna bênavber a 47 salan bi banga Abdullah Ocalan re biryara kongreyek dîrokî girt. PKKê di 5-7ê Gulana 2025an de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û di 12ê Gulanê de ji raya giştî re ragihand ku xwe fesix kiriye û dawî li şerê çekdarî aniye. Biryara xwe fesixkirina PKKê geşedaneke dîrokî û di dîroka Kurdistanê de jî rûpeleke nû vekir. Bi vê gava dîrokî re êdî dor a dewletê bû ku ji bo xwe fesixkirina PKKê dest bi zemîna hiqûqî bike ku pêvajo veguhere merhaleya qanûnî.

Piştî 26 salan vîdeoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate belavkirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26-27 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ragirtiye piştî 26 salan gel deng û dimenê wî dît. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi dîmen bangek dîrokî kir. Dîmenê Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmeha 2025an de bi raya giştî re hate parvekirin. Di dîmen de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Piştî vê bangê gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegeran piştgiriya xwe anîn ziman. Dîmenê Abdullah Ocalan ê piştî 26 salan hat weşandin di serî de li Kurdistan û li cîhanê deng veda. Bi milyonan Kurdan piştî 26 salan deng û dîmenê Ocalan dîtin û bi kêfxweşî û kelogirî ev dîmen pêşwazî kir.

Koma Aştî û Civaka Demokratîk

Piştî banga Abdullah Ocalan komeke gerîlayan ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kir, li Şikeftên Casenê ya li bajarê Silemaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitand. Koma Aştî û Civaka Demokratîk ji 30 gerîlayan pêk dihat 15 jê jin û 15 jê jî zilam bûn. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî di merasîmê de cih girt. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê rojnameger, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û nûner û rêveberên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn. Metna daxuyanî ya Tirkî ji aliyê Bese Hozat ve hate xwendin û metna Kurmancî jî ji aliyê Behzat Çarçel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîstî bi guhertina qanûnî heye. Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê merasîm bi kelecan hate temaşekirin.

Avabûna Komîsyona li Meclisê

Piştî van gavên dîrokî ya Tevgera Azadiyê li Meclisa Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxa 2026an de bi navê “Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîlî” ava bû. Komîsyonê gelek hevdîtin li Meclisê pêk anî û ji Dayikên Aştiyê bigire heta saziyên hiqûq û baroyan, saziyên karmendan û lêkolînan, jin û ciwanan, akademîsyenan û gelek derdorên cuda guhdarî kir. Lê ji destpêk avabûna Komîsyonê ve xwesteka saziyên demokratîk, raya giştî ya Kurdistanê û partiyên demokratîk ew bû ku komîsyon biçe Girava Îmraliyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Komîsyon piştî ku pêvajoya guhdarîkirinê bi dawî kir di 21ê Mijdarê de di civîna 18emîn de biryara çûyîna Girava Îmraliyê girt. CHP û Koma Yenîyolê ji bo çûyîna Girava Îmraliyê endamên xwe neşandin.

Hevdîtina endamên Komîsyonê bi Abdullah Ocalan re

Endamên Komîsyonê ku ji Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin jî di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de deng veda. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê cara yekem ji bilî malbat, parêzer û endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi awayekî fermî bi endamên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser têkiliya gelê Kurd û Tirk a dîrokî rawestiya û xwest ji aliyê çar dewletên li ser axa Kurdistanê desthilatin ve hiqûq û mafê Kurdan bê naskirin. Lê Komîsyona Meclisê ku di 4ê Kanûnê de civîna xwe ya 19emîn li dar xist, girtekên hevdîtina Îmraliyê hemû bi raya giştî re parve nekir û hin cih qut kir û bi vî wî awayî parve kir. Ev yek di komîsyonê de bû sedema krîzê û DEM Partî bertek nîşanî vê yekê da.

Vekişîna endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmeha 2025an de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê were vekirin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişîne. Piştî vê gava dîrokî hat gotin ku di pêvajoyê de xitimandin çêbûyê û ji bo pêşî li vê xitimandinê bê vekirin li ser înîsiyatîfa Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê hêzên xwe vekişandin derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê li hemû cîhanê deng veda û weke gaveke pêşvêçûna pêvajoyê hat şîrovekirin.

Rapora Komîsyona Meclisê

Komîsyona Meclisê piştî 6 mehan di civîna 21an a 18ê Sibata 2026an de bi ragihandina rapora hevpar re xebatên xwe bi dawî kir. Rapora Komîsyonê li ser mutabakata partiyên siyasî hat qebûlkirin. Bi rapora Komîsyonê re cara yekem çareseriya pirsgirêka Kurd di bin banê Meclisa Tirk de ji aliyê hiqûqî ve hat nirxandin. Rapora Komîsyonê ji 7 xalan pêk dihat. Xalên 1,2,3 û 4 li ser nevarok û armanca qanûnan bû. Xala 5an a raporê di serî de ji bo bi dawîkirina şerê çekdarî û vegera endamên rêxistinê, çêkirina qanûneke demkî bû. Xala 6an a raporê jî pêşniyarên sererastkirinên qanûnî bû. Ya herî girîng jî xala 7an bû ku qala qanûnên demokratîk ên weke, rakirina astengiyên li pêşiya mafê xwe rêxistinkirinê û azadiya ramanê, rakirina şerhên li ser rêveberiyên xwecihî, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û gelek qanûnên demokratîk hatin destnîşankirin.

Qanûna Çarçoveyî

Piştî rapora Komîsyona Meclisê pêvajoya çêkirina qanûna çarçoveyî gelek caran hat dirêjkirin. Tevî ku Serokê Meclise Numan Kurtulmuş piştî rapora Komîsyonê diyar kiribû ku dê di demekê zûtirîn de li gorî xala 5an a raporê qanûnek çêbikin jî takvîma çêkirina qanûnê gelek caran hat taloqkirin. Piştî dan û standinan û hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qanûna çarçoveyî ku ji 12 xalan pêk dihat di 5ê Tebaxa 2026an de bi raya giştî re hate parvekirin. Qanûn di 7ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê re hate şandin û di 10ê Tebaxê de jî bi 468 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Qanûna çarçoveyî dê piştî rapora piştrastkirinê û tesbîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bikeve meriyetê. Li gorî xal û navaroka qanûna çarçoveyî gerîlayên Tevgera Azadiyê bêyî werin darizandin dê karibin vegerin. Lê ji bo yên vegerin ji 10 an jî 5 sal “cezayê” wan dê bê taloqkirin. Her wiha girtiyên siyasî jî ji bilî girtiyên beriya 2005an cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn û girtiyên ji “kuştina kesan” ceza xwarin e dê ji vê qanûnê sûdê negirin. Girtiyên ku piştî 2005an cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn jî dê were taloqkirin û dê bên berdan. Her wiha kesên ji ber têkoşîna siyasî ên ji neçariyê derketine derveyî welat dê karibin vegerin welat û cezayê wan jî dê bê taloqkirin.

Abdullah Ocalan: Qanûna çarçoveyî destpêkek e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya heyeta DEM Partiyê peyamek şandibû û qanûna çarçoveyî weke destpêkekê nirxandibû û wiha digot: “Rêya hezar kîlometreyan bi gavêkê dest pê dike. Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî dest bi meşa dirêj dikin û dikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku qasî avakirina Komarê girîng e. Çawa ku di avakirina Komarê de ked û fedekariyeke mezin hate nîşandan, niha jî ji bo komara demokratîk pêwîst e em bi heman cidîyetê bixebitin.Ev ne tenê ji bo gelê Kurd an jî bo beşeke civakê ye. Ev ji bo her kesê li ser vê axê dijî pêwîstiyek e. Gava ku were avêtin, dê li çarenûsa welat û herêmê bandor bike. Ew ê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmeteke mezin e ji bo 86 milyon kesî. Em ê bi rêxistiniya civakê derketineke dîrokî bikin. Ev gav dê ji bo aştî û aboriyê alîkariyeke mezin bi xwe re bîne.Hêj her tişt nehatiye çareserkirin. Lê rewşek ku nêzîkbûna neyînî bixwaze jî tune ye. Ya girîng ew e ku ev gav rast were têgihiştin û her kes ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyarî bigire ser xwe. Qanûna ku siyaset dê wê derxe, mifteyek e ku rêya vê pêvajoyê veke. Bi vê gavê re deriyê komara demokratîk heta dawiyê vedibe.”

Desteya yekem hate avakirin

Piştî qanûna çarçoveyî di Rojnameya Fermî ya dewletê de hat ragihandin di bin banê Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de Desteya Şopandin û Nirxandinê hatiye avakirin. Di vê desteyê de Wezarîrê Dadê, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Karên Dervê û Wezîrê Parastinê jî cih digirin. Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomar, Sekreterê Giştî yê MGKê û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî di vê desteyê de cih digirin. Desteyê heta niha 2 civîn pêk anîne û di bin banê vê desteyê de 4 desteyên jêr hatin avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê jî dê di Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê de cih bigire û pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha li bendê ye di nava hefteya bê de Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş serdana partiyên siyasî bike û di meha Mijdarê de jî li Meclisê bi beşdariya partiyên siyasî Desteya Çavderiyê bê avakirin. Ev destê heke hewce bike dê bikaribe qanûnên nû derxîne û derbarê pêkanîna qanûna çarçoveyî de ji Desteya Şopandin û Nirxandinê raporan bixwaze.

Ji bo pêkanîna qanûnê li benda raporê hatiye sekinandin

MGKê dê di dawiya meha Mijdarê de bi serokatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan bicive. Yek ji nîqaşên sereke ê civîna MGKê ew e ku di vê civînê de rapora piştrastkirinê û tesbîtê bê derxistin û qanûna çarçoveyî bikeve pratîkê. Piştî qanûna çarçoveyî ket pratîkê û hat pêkanîn, vê carê dê derbasî xala 7an a rapora Komîsyona Meclisê ya gavên demokratikbûyînê bê kirin. Lê tevî zêdetirî 2 meh in bi ser qebûlkirina qanûna çarçoveyî re derbas bûye jî ji bo pêkanîna qanûnê heta niha takvîmeke diyarkirî tune ye. Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî bi daxuyaniyan destnîşan kir ku hemû gavên dikeve ser milê wan pêk aniye û êdî dora dewletê ye.

Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan ku sermuzakerevanê pêvajoyê ye heta niha başnekirina şert û mercên wî yên xebatê jî nîqaşa sereke ya pêvajoyê ye. Hem Tevgera Azadiyê û hem jî siyaseta demokratîk bi daxuyaniyan destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê bê vekirin divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin başkirin. Tevî ku di meha Tebaxê de ji aliyê rayedarên AKPê ve dihat gotin ku rojnameger dê bikaribin biçin Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin jî heta niha di vî warî de tu pêşketinek tune ye. Başnekirina şert û mercên Abdullah Ocalan yek ji astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê ye. Tevî avêtina gavên Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî di van 2 salan de ji bo başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan tu gav ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Rêveberiya Tevgerê û siyaseta demokratîk başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û statuya wî kirine rojeva sereke ya pêvajoyê û dibêjin heta ku şert û merc neyên başkirin dê pêvajo jî li pêş nekeve.

Etîket: Abdullah OcalanDevlet BahçeliHeyeta DEM Partiyê ya ÎmraliyêKoma Aştî û Civaka DemokratîkKomîsyona Meclîsêmerasîma çekşewitandinêOmer OcalanPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûna çarçoveyîRêveberiya Tevgerêstatuya Abdullah OcalanTevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

24 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

23 COTMEH 2026
Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

23 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne