• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

Mansur Kuyumcu / AW

24 COTMEH 2026 - 09:38
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Îzmîr – Li gorî rapora JinNewsê, di meha Îlonê de herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine qetilkirin, û tundî û qetilkirina jinan, bi biryarên darazê ên lewaz zêdetir dibin. Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Emîne Bozdag destnîşan kir ku ku dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne û wiha got: “Kuştina jinan encama polîtîkayên sîstematîk e û ev sîstem wêrekiyê dide kujeran.”

Li gorî rapora meha Îlonê ya ku JINNEWSê, a ji nûçeyên di çapemeniyê de cîh girtine berhev kiriye, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine qetilkirin, 10 jin û 6 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Qetilkirina Narîn Suer û Ayşegul Coşkûn a ku ji aliyê mêrên ku di derbarê wan de biryara dûrxistinê hebû, nîşan da ku biryar bi rengekî ku jiyana jinan biparêze nayên sepandin.

Kûjer kesê herî nêz e

12 jin bi destê mêrên ku pê re zewicîbûn, 3 jin bi destê mêrên di qonaxa hevberdanê de bûn, 4 jin bi destê mêrên dest ji hev berdabûn, jinek bi destê mêrê ku ku berê bi hev re bûne, jinek bi destê malbatê, jinek bi deste zavayê xwe, jinek bi destê hevjînê xwişka xwe û jinek jî bi destê kirêdarê xwe hatin qetilkirin. Sedema kuştina nêzî 3 jinan hê nehatiye zelalkirin.

Biryarên daraza mêran

* Li dijî R.O. bi sûcdariya êrişa zayendî doz hat vekirin û heyeta dadgehê derbarê R. O. de biryara beraetê da. Parêzerên zarokan ragihandin ku ew ê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê.

* Dozger derbarê Fatmanûr Okûr a ku xwe û zaroka xwe li dijî tundiya hevjînê xwe Şukru Okur parastiye, bi sûcdariya “kuştina zanebûn a hevjînê xwe” cezayê muebetê xwest.

* Heyeta dadgehê di doza qetilkirina Mazlûm Tûran ê 16 salî de, salek û 6 meh cezayê hepsê da polîs Suleyman Esenboga.

Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê Emîne Bozdag derbarê zêdebûna tundî û kuştina jinan, hişmendiya mêr-dewlet û bandora wê ya li ser civakê ji ajansa me re nirxand.

‘Kuştina jinan encama polîtikayên sîstematîk in’

Emîne Bozdag destnîşan kir ku her çend kuştin ji aliyê ferdan ve bêne kirin jî, encama polîtîkayên sîstematîk. Emîne Bozdag bal kişand ser hişmendiya serdest a civakê dorpêç kiriye, da zanîn ku pergala heyî kujeran diparêze, wêrekiyê dide wan û got: “Dibe ku ev mêrên van kuştinan pêk tînin jî nizanin, lê ev hişmendiya ku dewleta mêran e wan xistiye vî halî. Zilam ji bo xwe dibêjin ‘divê jin di bin fermana me de be, eger ne di bin fermana me de be heqê me heye ku em wan bikujin’ û jinan dikujin.”

‘Cezayên kêm wêrekiyê dide kujeran’

Di berdewama axaftina xwe de Bozdag diyar kir ku nebûna cezayên giran dibe sedem ku sûcdar ji hev du wêrekiyê digirin û wiha pê de çû: “Pergalek wiha hatiye avakirin ku kujer ji hev du cesaretê digirin. Ji ber ku cezayên ku li wan tên birîn kêm in û di girtîgehan de demeke kurt dimînin, ev yek wêrekiyê dide wan. Divê cezayên wiha giran bên dayîn ku civak bi xwe wan di hiş û aqilê xwe de ceza bike. Divê ew kes bi rengekî destê xwe ji jinan re rakirinê fêdî bikin. Lê mixabin niha rewş ne wisa ye. Niha pişta wan tê firikandin.”

‘Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne’

Emîne Bozdag bal kişand ser têkiliya polîtîkayên dewletê û serdestiya mêran û anî ziman ku azadiya jinan ji bo dewletê wekî gefekê tê dîtin û wiha derbirî: “Ev nêrîn armanc dike ku civak her tim di bin kontrola dewletê de bimîne, û ev yek bi serdestiya mêran were pêkanîn. Dewlet dizane ku gava jin pêş bikevin, azad bibin û îradeya xwe derxin holê, wê demê civak tevahî dê li pêş bikeve. Ji ber vê yekê, dewlet dixwaze bi destê mêran dixwaze jinan binpê bike, bitirsîne û dengê civakê bibire. Dewlet dema kesên bindest yanî jin, neteweyên bindest û kesên mafên wan hatine xwarin dengê xwe dertînin, vê yekê wekî gefekê dibîne; ji ber ku ev dewlet li ser binpêkirina van kes û mafan hatiye avakirin.”

‘Ji bo xweparastinê divê jin her tiştî bi xwe fêr bibin’

Emîne Bozdag bal kişand ser mijara olî û nirxandina ayetan a ji aliyê mêran ve û wiha pê de çû: “Dema mirov ji hêla olê ve jî dinirxîne, ti ol nabêje divê mêr serdest be. Lê di pratîkê de ev pêk tê. Daxwaziya min ew e ku pêşî jin parastina xwe bi perwerdeyê bikin û bizanibin mafên wan çi ne. Bila bi xwe fêr bibin û ne ji mêran fêr bibin. Ji ber ku dema mêr dibêjin, li gorî xwe dibêjin. Mêr ayetên Quranê jî carinan li gorî dilê xwe dinirxînin. Lewma divê jin mafên xwe yên di ol, qanûn û civakê de bi xwe fêr bibin da ku li hember serdestiya mêran bikaribin xwe biparêzin.”

‘Mêrên azadîxwaz, divê bi pratîkên dewletê tevnegerin’

Di dawiya nirxandina xwe de Bozdag Bang li civakê û bi taybetî jî li mêran kir ku berpirsiyariyê bigirin û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêşî divê mêr vê meseleyê bixin rojeva xwe û bêjin ‘ev ne tenê meseleya jinan e, rasterast meseleya mêrantî û serdestiyê ye.’ Divê hevalên mêr pêşî guhertinê di xwe de pêk bînin. Mêrên azadîxwaz madem azadî derdê wan e, divê pêşî ji xwe dest pê bikin û wekheviya jin û mêran li mala xwe pêk bînin. Dema ku tu li malê bi pratîkên dewletê tevbigerî, tu nikarî bêjî ‘ez azadiyê dixwazim’. Di vî warî de divê jin jî xwe perwerde bikin; xwe perwerdekirina jinan, parastina wan bi xwe ye.”

Etîket: Emîne BozdagJINNEWSkuştina jinanMêrantîRapora kuştina jinanserdestîzilamsalarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeda Jinan: Divê jin dema sax bin werin parastin

Nobeda Jinan: Divê jin dema sax bin werin parastin

20 COTMEH 2026
Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

16 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

28 ÎLON 2026
Di salvegera JINNEWSê de hesabê Xê cara 9emîn hat astengkirin

Di salvegera JINNEWSê de hesabê Xê cara 9emîn hat astengkirin

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne