• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

    Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

    Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Enqere / AW

23 COTMEH 2026 - 12:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Pirtûka “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” a Mahîr Herdem bi hinceta ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê jî di nav de cih digire, li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin. Parlamenter Newroz Uysal Aslan li ser vê mijarê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da û pêkanîna qedexeyê were lêkolînkirin.

Pirtûka “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” a Mahîr Herdem bi hinceta ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê têde cih digire, li Girtîgeha Jimara 2yan a Girtîgeha Sêwregê ya Rihayê hate qedexekirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derbarê qedexekirina pirtûkê de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclisê da û xwest ev mijar were lêkolînkirin.

Newroz Uysal Aslan di metna serlêdanê de xwest astengkirina pirtûkê û weşanan ji aliyê hiqûqî ve bê lêkolînkirin. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku pirtûka Mahîr Herdem a bi navê “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” ji girtî Tacettîn Kalgi re hatiye şandin lê desteya perwerdehiyê ya girtîgehê pirtûk “bifikar” dîtiyê û asteng kiriye. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku dema ew pirtûkê lêkolîn dikin diyar dibe ku ji ber di pirtûkê de fikir û ramanên Abdullah Ocalan cih digire û qala civaka Kurd dike hatiyê astengkirin.

Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku di pirtûkê de qala banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk jî tê kirin û wiha got: “Ew cihên ku cih daye bangê wekî cihên ‘bifikar’ hatiye diyarkirin. Her wiha Modernîteya Demokratîk û veguherîna dîrokî ya Tevgera Kurd jî bûye hinceta qedexekirinê. Ev biryar ne tenê biryara qedexekirina li girtîgehan e. Di heman demê de eşkere ye ku fikir û ramanên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi aştiyane li girtîgehan çawa tê qedexekirin. Di wê pirtûke de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku niha bi rê ve diçe tê kirin. Diyare ku hê jî bi perspektîfa ‘ewlehiyê’ li pirsgirêka Kurd tê nihêrtin.”

Newroz Uysal Aslan anî ziman ku pêkanîna qedexekirina pirtûkan li gelek girtîgehan tê dîtin û cih da mînakên ji girtîgehan. Newroz Uysal Aslan ji Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê xwest nakokiyên qedexeyên li girtîgehan û pêvajoya demokratîk were lêkolînkirin.

Newroz Uysal Aslan xwest di van xalan de lêkolîn bê kirin:

* Divê biryara Desteya Perwerdeyê ya Girtîgeha Tîpa Tyê ya Jimara 2’yan a Sêwregê ji aliyê azadiya raman û derbirînê û mafê girtî yê xwegihandina weşanan ve were lêkolînkirin.

* Divê ji Wezareta Dadê agahî were xwestin ka li girtîgehan weşanên li ser pirsgirêka Kurd, daxwazên dîrokî û siyasî yên Kurdan, ramanên birêz Abdullah Ocalan û paradîgmaya civaka demokratîk bi kîjan hincetan tên astengkirin. Di vê daxwazê de berpirsiyariya Wezîrê Dadê û girîngiya pêvajoya ku tê birêvebirin li ber çavan were girtin, ji ber ku Wezîrê Dadê bi xwe di Desteya Şopandin û Nirxandinê de peywirdar e.

* Divê tedbîrên ku ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Destûrî yên li ser mafê girtiyan ê xwegihandina weşanan li girtîgehan tên girtin û pirsgirêkên di vî warî de werin lêkolînkirin.

* Pêwîst e ji bo ku biryara mijara serlêdanê ji nû ve were nirxandin û mafê girtî yê xwegihandina weşanan were parastin, li cem îdareya têkildar hewldanên pêwîst werin kirin. Her wiha divê ev pêkanîn jî werin lêkolînkirin.

 

Etîket: Abdullah OcalanGirtîgeha SêwregêKomîsyona Lêkolînkirina Mafên MirovanMahîr HerdemManîfestoya Civaka Komunal a DemokratîkNewroz Uysal AslanPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

23 COTMEH 2026
Ji ber peyva ‘birêz Ocalan’ berdana wî 6 sal hate taloqkirin!

Ji ber peyva ‘birêz Ocalan’ berdana wî 6 sal hate taloqkirin!

22 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026
Halîl Aksoy: Divê hişmendî û ziman li gorî pêvajoyê biguhere

Halîl Aksoy: Divê hişmendî û ziman li gorî pêvajoyê biguhere

20 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne