Wan – Bi biryara Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) li Wanê heqê rêya di nava bajêr de ji sedî 20 hate zêdekirin û heqê rê bû 42 lîre. Welatiyên Wanê li dijîn li dijî vê biryarê nerazibûna xwe anîn ziman û gotin: “Bihakirina heqê rê barekî giran e. Em êdî nikarin bigihin zeman.”
Li Wanê heqê rê ya di nav bajêr de ji sedî 20 hate zemkirin. Ji îro pê ve Welatiyên li Wanê dijîn bi zema nû re dê li şûna 33 lîreyan, 42 lîreyan bidin heqê rê. Heqê xwendekaran jî ji 23 lîreyan derket 28 lîreyan. Zema herî dawî meha Nîsanê hatibû kirin. Di heman salê de ev bû zema duyemîn. Dîsa heqê rê yê di navbera bajêr û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de bû 47 lîre. Heqê rê yê xwendekaran jî bi zeme nû re bû 32 lîre.
Welatiyên Wanê derbarê zema nû ya li heqê rê hatiye kirin ji ajansa me re nirxandin.
‘Mesrefên malbatan her ku diçe zêde dibe’
Welatiyan anî ziman ku bi zêdebûna heqê rê, lêçûnên aborî yên malbatan girantir dike û dan zanîn ku hatin û çûyîna xwendekaran a ji bo dibistanan mesrefek mêzin e. Welatiyan diyar kir ku, divê gel li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin nexwe dê neheqiyên bi vî rengî berdewam bikin.
‘Divê şaredarî û saziyên dewletê ji vê yekê re çareseriyekê bibînin’
Welatiyan dan zanîn ku ew di nava rojê de 3-4 caran li dolmîşê siwar dibin û wiha gotin: “Gelek kes mûçeyên asgarî dixebitin. Di vê aboriya xirab de em nikarin bigihin van zemên tên kirin. Divê şaredarî û saziyên dewletê berpisyariyên xwe binîn cih û ji vê yekê re çareseriyekê bibînin.”














