• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2026an

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2026an

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Mahmût Altintaş / AW

22 COTMEH 2026 - 08:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku derengxistina pêkanînê ya qanûna çarçoveyî di pêvajoyê de fikaran çêdike û wiha got: “Bingeha pêvajoyê birêz Ocalan ava kiriye. Kirdeyê serekê yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Heke şert û mercên wî neyên başkirin û nikaribe bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike, fikrên xwe bi civakê re parve neke, gelo dê çawa pêvajo bi rê ve biçe?”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû, rojeva serekê ya siyasetê ye. Qanûna çarçoveyî piştî di meha Tebaxê de li meclise derbas bû, rojeva sereke ya pêvajoyê, xistina meriyetê ya qanûnê ye. Ji bo qanûna çarçoveyî bikevê meriyetê, li benda ye ku rapora teyîd û tespîtê ya erênî ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) were amadekirin. Tevî ku qanûna çarçoveyî di bin rêveberiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de bi navê Desteya Şopandin û Nirxandinê hatibe avakirin û wê desteyê 2 civîn pêk anîbin jî, ji bo pratîkirina qanûnê ango rapora teyîd û tespîtê ya MGKê tu demeke diyarkirî tune ye.

Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî bi daxuyaniyên xwe ve destnîşan kir ku ji bo pratîkirina qanûnê, divê şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û dewlet ji bo pratîkkirina qanûnê divê gavên demokratîkbûnê biaveje. Li gor xala 7emîn a rapora Komîsyona Meclise, piştî qanûna çarçoveyî divê qanûnên demokratîkbûnê werin amadekirin. Ya ku tê meraqkirin dê li meclisa kengî xebatên amadekirina qanûnan dest pê bike ye.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku di komîsyona meclisê de cih girtibû, tekildarî geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên li meclise bên kirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Derengxistina pêkanîna qanûna çarçoveyî

Meral Daniş Beştaş di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku gelek caran di pêvajoyê de derengxistin çêbûye û wiha axivî: “Di serî de avakirina komîsyona meclise hat dirêjkirin û piştrê jî çûyîna komîsyonê ya girava Îmraliyê hat dirêjkirin. Herî dawî jî qanûna çarçoveyî hat derengxistin. Em jî dibêjin divê gavên bên avetin neyên derengxistin. Ew rapora teyîd û tespîtê jî divê êdî dereng neyê xistin û gav bên avetin. Rêyedarên dewletê gelek caran ji bo pêvajoyê tiştên erênî dibêjin lê hêj tu gav nehatiye avetin. Hê jî girtiyên siyasî nehatine berdan û gerîla nikarin werin tev li siyasetê bibin. Girtiyên nexweş nayên berdan û înfaza girtiyan tê şewitandin. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî berdewam dikin. Ew pirsgirêk jî di nava civakê de fikaran çêdikin.”

‘Heta niha Numan Kurtulmuş ji bo komîsyonê serdana me nekiriye’

Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş diyar kir ku heta niha Serokê Meclise Numan Kurtulmuş ji bo komîsyonê serdana partiya wan nekiriye û ev tişt gotin: “Serokê Meclise Numan Kurtulmuş heta niha ji bo komîsyonê tevî 21 roj derbas bûne jî serdana partiyê me û partiyên din nekiriye. Partiyên siyasî amadekariyên xwe kirine, em jî nizanin bê ka li benda çi ne. Komîsyona Meclise pir girîng e. Ji ber ku dê îradeya nunertiya gel di wê komîsyonê de bê temsilkirin. Ne komîsyoneke burokrasiyê ye. Parlamento ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê, dikarê gelek gavan biaveje. Ji bo wê jî divê xebatên wê berfireh bibin.”

‘Heke şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin, pêvajo dê zûtir pêş bikeve’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê, divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bingeha pêvajoyê birêz Ocalan ava kiriye. Kirdeyê sereke yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Heke şert û mercên wî neyên başkirin, nekaribe bi beşên cuda re hevdîtinê pêk bîne, fikrên xwe ji civakê re parve neke dê çawa bimeşe? Herçiqas li gorî berê tecrîd siviktir bûye jî hê jî şert û mercên birêz Ocalan ji aliyê hiqûqî ve nehatiye başkirin. Heke şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin û karibe bi beşên cuda re dan û standinê bike, em bawer in pêvajo dê zûtir bi rê ve biçe. Baweriya gel a pêvajoyê jî dê pêk were. Gel ji me re dibêje ‘baweriya me bi birêz Ocalan heye’. Ji ber wê divê di vî warî de divê zûtir gav bên avetin.”

Sansûr û zextên li ser çapemenî û muxalefetê

Di axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş bal kişand ser zextên li ser çapemenî û muxalefetê zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Heke pergal demokratîk nebe aştî nabe. Mafê gelan, baweriyan, ciwanan, jinan, zarokan û çapemeniyê tê binpêkirin. Ew sepanên zextê bandoreke neyînî li ser pêvajoyê jî dike. Hemû kes dibêjin madem pêvajo heye çima sansur li ser çapemeniyê heye û zext li ser muxalefetê heye. Ji aliyekî vê qala aştiyê û destûreke bingehîn a nû tê kirin, li aliyê din li dijî muxalefetê sepanên zextê dimeşînin, ew nayê qebûlkirin. Em jî li dijî van zextan têkoşîna xwe didomînin. Divê ew sepanên zextê rojek berî rojeke bi dawî bibin.”

‘Divê têkoşîneke xurt a hevpar be pêşxistin’

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ji bo dewlet gav biaveje, hewcehî bi têkoşîneke xurt a demokratîk heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li her derê têkoşîneke bi rêxistinî bê pêşxistin. Divê hezên demokrasiyê ku wekheviyê diparêzin û li dijî zilme derdikevin têkoşîneke hevpar bidin. Yanî rêxistinên civakî, saziyên sivîl, hezên demokrasiyê, rêxistinên jinan, divê hemû bi hev re têkoşînê berfireh û bilind bikin. Em jî li ser vê esasê ji bo têkoşîneke hevpar kar û xebatên xwe didomînin. Ez bawerim di mehên pêşiya me de gavên şênber werin avetin. Di vî warî de gelek daxuyanî tên dayîn lê gaveke şênber tune ye. Ji bo wê banga me ji gelan ew e ku, em ne tenê li mala xwe rûnin û li bendê bisekinin. Ji bo gav bên avetin di liv û tevgerê de bin.”

Etîket: Abdullah OcalanberdevkîHDK.Meral Daniş Beştaşpêvajoqanûna çarçoveyîRêberê Gelê Kurdsiyaseta demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

21 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026
Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

19 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne