Nîhat Bertan piştî 31 salan ji girtîgehê derket. Nîhat Berdan piştî ji girtîgehê derket diyar kir ku kêfxweşiya wî nîvco ye û wiha got: “Ji ber ku nîvê dilê me di girtîgehê de ye. Birêz Abdullah Ocalan hê di girtîgehê de tê girtin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan heta ku tevahî hevalên me neyên berdan em nikarin qala aştiyê bikin.”
Nîhat Bertan ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê derket, ji aliyê malbata, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hate berzkirin.
‘Îro em xwedî moral bin ev bi saya têkoşîna gelê me ye’
Nîhat Bertan ku piştî 31 salan ji girtîgehê de derket, diyar kir ku ew li pey xwe 12 derî hiştiye û wiha got: “Silavê hevalan heye. Daxwaza hevalan tenê ew bû ku têkoşînê bi gel re berdewam bikin, heval tenê vê dixwestin. Kêfxweşiya me nîvco ye. Ji ber ku nîvê dilê me di girtîgehê de ye. Birêz Abdullah Ocalan hê di girtîgehê de tê girtin. Di serî de birêz Abdullah Ocalan heta ku tevahî hevalên me neyên berdan em nikarin qala aştiyê bikin. Îro pêvajoyekî heye, em benda piştgiriya gelê xwe ne. Îro em xwedî moral bin ev bi saya têkoşîna gelê me ye.”
Piştî axaftina Nîhat Bertan kevok hate firandin û girse derbasî navçeya Çorlûya Tekîrdagê bû.
Nîhat Bertan di sala 1995an de li Îzmîrê hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Dadgehê cezaya muebbetê da Nîhat Bertan. Cezaya Nîhat Bertan di Îlona sala 2025an de bi dawî bûbû lê berdana wî 7 mehan û carekî din jî 6 mehan hatibû taloqkirin.








