Wan – Li gor daneyên TUÎKê di sala 2025an de 51 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û li gorî daneyan li Kurdistanê herî zêde xelkê Wanê ji bajarê xwe koç dike û berê xwe dide metropolan.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK)ê piştî Stenbolê bajarê ku herî zêde koç dide derve Wan e. Di sala 2025an de 31 hezar kesî koçî Wanê kiriye, lê hejmera kesên ku ji Wanê derketine ji vê gelek zêdetir e. Di sala 2025an de 51 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û ev rewş her ku diçe nifûsa Wanê kêmtir dike. Rewşa nifûsê meyleke kêmbûnê girtiye û welatiyên Wanê berê xwe didin metropolan. Wanî herî zêde koçî Stenbolê dikin.
Rewşa koçberiya navçeyên Wanê
Li gor daneyan navçeya herî zêde koç lê tê kirin jî navçeya Rêya Armûşeyê ya navendî ye. Rêya Armûşê ji aliyê nifûsê ve navçeya herî qerebalix e û derfetên kar jî di nava xwe de dihewîne. Rêya Armûşê di nava navçeyên Wanê de hem herî zêde koç dide derve û hem jî herî zêde koç digire. Pir kes ji vir berê xwe didin metropolên Tirkiyeyê û di nav van metropolan de jî Stenbol li pêş e. Piştî Rêya Armûşê navçeyên Erdîş û Tûşbayê jî di nava navçeyên herî zêde koçberî lê pêk tê de cih digirin. Li navçeyên çoltar jî tevî nifûsa wan ya kêm koçberî zêde ye . Lewazbûna çandinî û sewalkariyê dibe sedem ku şeniyên navçeyan koçber bibin. Li gorî daneyan, bi rêzê ve navçeyên Elbaq, Qelqelî û Ebex yên çoltar koçberî pêk tê û nifûsa wan her ku diçe kêm dibe. Di nava navçeyên Wanê de ya nifûsa wê herî kêm Şax e û nifûsa wê jî her ku diçe kêmtir dibe.
Sedemên koçberiya derveyî Wanê
Sedema sereke ya koçkirinê tunebûna derfetên kar e. Li Wanê lewaziya pêşxistina pîşesaziyê û qadên cuda yên kar dibe sedem ku welatî berê xwe bidin metropolan. Gelemperî jî ciwan di vê rewşê de ne. Giranbûna rewşa aboriyê zor û zehmetiyên dabînkirina pêwistiyên jiyanê jî sedemên koçberiyê ne. Lêçûnên cotkarî û sewalkariyê jî ji bo cotkaran astengiyên mezin derdixîne û xwedîkirina sewalan û çandinî li gundan kêm dibe. Derfetên bajarên mezin ên weke xwe gihandina tendirûstî, perwerde, qad û aktîvîteyên civakî û konfor jî ji bo terikandina gundan û navçeyan dibin sedem.
Bandora bêkarî û krîza aborî
Welatiyên Wanê li navend û navçeyên bajêr nikarin di sektorên xizmetê de kar bibînin. Yên ku dixebitin jî gelemperî heqdesteke di bin mûçeya kêmane de distînin. Di vî warî de rewşa ciwanan jî gelek berbiçav e. Li Tirkiyeyê mûçeya kêmane 28 hezar û 75 lîre ye, sinorê birçîbûnê 37 hezar û 801 lîre ye. Li Wanê daxwaza xebatê zêde ye, lê ji ber ku derfet nîn in taybetî jî ciwan ji ber di herêmê de bi zehmetî kar peyda dibe, berê xwe didin metropolan. Li gorî daneyan, lêçûnên ciwanekî xebatkar mehê 48 hezar û 885 TL ye. Gelek ciwanên Wanî ji bo karên demsalî yên weke înşaat û cotkariyê ji Wanê derdikevin. Ev çûyîn weke koçberiyê nayê hesibandin, lê piştî demekê gelek kes venagerin bajarê xwe Wanê.
Kêmbûna cotkarî û sewalkariyê
Li gundan aboriya çandinî û sewalkariyê ji ber bihabûna lêçûnan kêm û bêqîmet dibe. Kesên li gundan dimînin, ji ber zêdebûna mesrefên cotkariyê, êdî debara xwe nikarin bi çandiniyê û sewalkariyê bikin. Ji ber vê yekê jî berê xwe didin navenda Wanê û gelek ji wan jî diçin metropolên Tirkiyeyê. Propagandaya bajarvaniyê ya ku li ser medyaya dîjîtal tê kirin jî dibe sedem ku gundî diçin metropolan. Ji ber kêmbûna hilberînên aborî, polîtîkayên şaş yên sewalkarî û çandiniyê û bihakirina lêçûnan dibe sedema koça ber bi metropolan.












