Amed – Serokê PSKê Bayram Bozyel derbarê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de destnîşan kir ku çarenûsa her çar aliyên Kurdistanê girêdayî hev e û wiha got: “Kes bi serê xwe çi qas bi hêz be bila bibe, bêyî yekîtiyê nikare serbikeve. Ji ber ku mesele ne meseleya partiyekê ye, meseleya miletekî ye.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an da destpêkirin didome. Pêvajoya ku bi “Qanûna Çarçoveyî” derbasî merheleyeke nû bû bi amadekariyên desteyan re li benda pêkanîna qanûnê ye. Piştî biryara piştrastkirinê û tesbîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) qanûn dê bikeve meriyetê. Li bendê ye ku MGK di 27ê Mijdarê de careke din bicive û derbarê qanûnê de biryar bide.
Li aliyê din yekîtiya neteweyî jî di rojeva gelê Kurd de ye. Foruma Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ya 2026an ku lîderên siyasî yên asta bilind û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq û qada navneteweyî tîne cem hev di 12-13ê Cotmehê de li Hewlêrê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî, Endama Parlamentoya Sûriyeyê Îlham Ehmed û Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî jî tev li civînê bûn. Tuncer Bakirhan ji forûmê wêneyek parve kir. Ev wêneyên ku Bakirhan belav kir jî di heman demê de peyama xurtkirina û avakirina yekîtiya neteweyî ya demokratîk da raya giştî.
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û yekîtiya partî, sazî û dezgehên Kurd ango yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Her çiqas pirsgirêk hebin jî em dixwazin ku ev pêvajo bi serketî be’
Bayram Bozyel diyar kir ku her çiqas du salin pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye dest pê kirin jî ji hêla dewletê ve hêj çi gavên berbiçav nehatine avêtin û wiha got: “Belê navê pêvajoyê heye lê naverok tune ye û navê wê bi xwe jî seqet e û rast nîne. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokratîkbûn, aştiyek rasteqîn û sazkirina meselaya Kurd heye. Lê Tirkiyeyê pêvajoyê weke ‘Tirkiya bê teror’ pênase kiriye. Ev rastiya Tirkiyeyê nîne, li Tirkiyeyê meseleya terorê nîne, meseleya Kurd û meseleya daxwaza gelê Kurd heye. Ji bo vê ev pênasekirin di serî de pirsgirêkek e. Heya îro tu rayedarên dewletê tu peyvek ji bo safîkirina meselaya Kurd neanîne ziman, ev jî pirsgirêkek e.”
‘Divê dewlet gavên şênber biavêje’
Bayram Bozyel anî ziman ku berdana çekan a PKKê ya ji bo aştiyê di cih de dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Lê ji bo vê yekê jî hewcedarî bi gavên şênber yên dewletê heye ku biavêje. Gerilayê PKKê dê çawa vegerin, ew kesên di sirgûnê de dê çawa vegerin û yên di zindanan de dê kengî bên berdan? Ji bo vê ev makezagona ku dibêjin, makezagonek teng e û mirovan bibawer nake. Ji ber ku yên ku divên vegerin bi deh salan dê di bin kontrola wan de bin û nikarin siyasetê û xebatên demokratîk bibin, ev jî pirsgirêk e. Her çiqas pirsgirêk hebin jî em dixwazin ku ev pêvajo bi serketî be û vê jî eşkere dibêjin ku li Tirkiyeyê meseleya Kurd û Kurdistanê heye. Gelê Kurd dixwaze zimanê wî bibe zimanê perwerde û fermî û nasnameya wî di qanûnan de cih bigire û di herêma xwe ya Kurdistanê de helbet ev yek dikare di nava sîstemeke federal de bêyî ku sînorê Tirkiyeyê biguhere û bêyî ku wekî ku dibêjin Tirkiye perçe bibe xwe bi xwe îdare bike.”
‘Aştî bêyî çareserkirina meseleya Kurd nabe’
Bayram Bozyel da zanîn ku îro bi hezaran siyasetmedarên Kurd di zîndanan de tên ragirtin û li sirgûnê ne û ev yek anî ziman: “Divê ji bo vê zemînek demokratîk bê avakirin. Aştî bêyî ku bi çareserkirina meselaya Kurd nabe. Heya ku meseleya Kurd neyê çareserkirin ev pergal roj bi roj ber bi rûxandinê û ber bi xisarê ve diçe û fatureya vê jî li gelê Tirk tê birîn. Îro sedema xizanî û feqiriya li Tirkiyeyê neçareserkirina meselaya Kurd e. Ji ber vê em jî dibêjin aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê bi çareserkirina meselaya Kurd ve girêdayî ye. Lazime ev pêvajoya berdana çekan bi perspektîfeke demokratîk û çareserkirina meselaya Kurd were meşandin.”
‘Em dixwazin gelê Kurd ber bi azadiyê ve bimeşe’
Bayram Bozyel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser forûma ku di 10ê Cotmehê de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe hate li dar xistin û serok û siyasetmedarên Kurd bi dîmenên xwe yên yekitiyê derketine pêş û wiha got: “Hewldanên yekîtiyê û daxwazên yekîtiyê di nava kurdan de xurt in. Mesela li Qamişlo jî konferanseke yekîtiyê pêk hat û li wir çar perçeyan Kurd hebûn lê mixabin berdewamiya wê nehat. Gelek caran hewldanên yekîtiyê çêbûne lê heya îro encam nedaye. Em her tim dibêjin qedera çar perçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye, kes bi serê xwe çi qas bi hêz be bila bibe, bêyî yekîtiyê nikare serbikeve. Ji ber ku mesele ne meseleya partiyekê ye, meseleya gelekê ye. Ji bo ku em danûstandinên bi rûmet bidin meşandin, divê dest bi diyalogên yekitiyê bidin dest pê kirin. Divê em hevdû biçûk nebinin û rêzê bidin destkeftiyên her çar perçeyan û em rêz bidin xebat û têkoşîna ku hatiye dayîn. Ev xebata wan, ezmûn û şehîdên wan manîdar e. Em dixwazin ku li ser vê yekê roj bi roj gelê Kurd vê rewşa tarî li pey xwe bihêle û ber bi azadiyê ve bimeşe.”












