DFGê Gurbetellî Ersozê di salvegera 29emîn a şehadeta wê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî, destnîşan kir ku mîrateya herî girîng a ku Gurbetelî ji me re hiştiye, şopandina heqîqetê, mezinkirina dengê jinan û domandina têkoşîna çapemeniya azad e û got: “Îro bi hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbetelliyê dewr digirin.”
Gurbetelî Ersoz ku yek ji pêşenga çapemeniya azad û rojnamegeriya jin bû, di 8ê Cotmeha 1977an de li Herêmên Parastina Medyayê yên li Herêma Kurdistana Federe di pevçûnekê de tev li karwanê nemiran bû. Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Gurbetellî Ersozê di salvegera 29emîn a şehadeta wê de bi daxuyaniyeke niviskî bi bîr anî.
‘Jin, di her qada medyayê de berpirsiyariyê digirin ser xwe’
DFGê di daxuyaniyê de diyar kir ku Gurbetellî Ersoz weke rojnamegereke pêşeng ket dîrokê; wê hebûna jinan di qada rojnamegeriyê de xurt kir û têkoşîna azadiya jinan bi qada çapemeniyê re gihand hev û ev tişt gotin: “Bi wergirtina erka gerînendetiya weşanê ya giştî, wê zor da sînorên feraseta medyaya serdest a mêr û nîşan da ku jin di medyayê de ne tenê xebatkar in, dikarin bibin rêveber û biryaran jî bidin. Rojnamegerên jin ên li ser şopa Gûrbetellî mezin bûn, di wê riya ku wê vekir de meşiyan û rojnamegeriya jinan geş kirin. Di sala 2014an de rojnamegerên jin ên Kurd 8ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd ragihand. Ev bû yek ji nîşanên herî xurt ên xwedîderketina li mîrateya ku Gurbeteliyê li pey xwe hiştiye. Îro bi hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin û dengê xwe di qada medyayê de mezin dikin. Jin, di her qada medyayê de berpirsiyariyên çalak digirin ser xwe. Ew tenê bi bûna dengê jinan namînin; li pey heqîqetê diçin, tiştên nayên dîtin radixin ber çavan û rojnamegeriyê bi têkoşîna civakî re digihînin hev.”
‘Mîreteya Gurbetelliyê şopandin heqîqetê ye’
DFGê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên Kurd jî riya ku Gurbetellî vekiriye bêtir fireh dikin û nûçegihaniya jinan mezin dikin û wiha got: “Ajansên nûçeyan ên jinan, beşên jinan ên di nava ajansên nûçeyan ên giştî de, televîzyonên jinan, rojnameyên jinan û qadên dîjîtal mînakên zindî yên vê mîrateyê ne. Jinên rojnameger qadên ku tê de peyva xwe dibêjin û nûçeyên xwe hildiberînin zêde dikin û li hember feraseta medyaya serdest a mêr pratîka rojnamegeriyeke alternatîf xurt dikin. Îro li Tirkiye û Kurdistanê xwedîgotin û xwedîhêzbûna jinên rojnameger a di qada medyayê de, bê guman ji mîrateya ku Gurbetellî Ersoz li pey xwe hiştiye cuda nayê fikirîn. Mîrateya herî girîng a ku Gurbetelî ji me re hiştiye; şopandina heqîqetê, mezinkirina dengê jinan û destbernedana ji têkoşîna çapemeniya azad e. Weke Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, em di 29emîn salvegera koçkirina wê de Gurbetellî Ersozê bi rêz, hezkirin û bêrîkirin bi bîr tînin.”













