• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

Omer Demîr / AW

8 COTMEH 2026 - 10:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Bi ser destpêkirina Komploya Navneteweyî re 28 sal derbas bûn. Hêzên navneteweyî bi komployê xwestin meşa azadiyê ya gelê Kurd ku di sala 1973yan de li Bendava Çubukê ya Enqereyê bi 6 kesan dest pê kiribû, ji holê rake. Lê gelê Kurd li dora Rêberê xwe Abdullah Ocalan bû xelek û bi pêşengtiya Xalit Oral çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” da destpêkirin û bi sedan kes tev li vê çalakiyê bûn, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan.

Di 2yê Tîrmeha 1979an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser Pirsûsê re berê xwe da Kobanê û bi salan li Rojava û Sûriyeyê xebata têkoşîna azadiyê bi rê ve bir û Rojava-Sûriye kiribû hêlîna têkoşînê. Bi hezaran kes li dibistanan hatibû perwerdekirin û li wir berê xwe dabûn çeperên şer. Koma ku di sala 1973yan de li Bendava Çubukê ya Enqereyê hatibû gel hev 6 kes bûn, bi têkoşîna piştî salan hejmara wan, ji 6 kesan gihîşt bi milyonan. Dilê germ gihiştîbûn hev dû û fermana tirsê qetandibûn. Ev têkoşîn û berxwedana bi salan li cîhanê deng vedabû. Li her derê cîhanê navê PKKê û Kurdan hatibû bihîstin. Ev têkoşîn û berxwedan tirsê di dilê hêzên hegomonan de ava kiribûn. Li dijî ev têkoşîna ku her roj xwe mezin dikir, nikaribû were girtin û hezên serdest ên li dijî mirovahiyê ji bo pêşî li vê bigirin, hevalbendiyê çêkiribûn.

Destpêka komployê

Di 1ê Cotmeha di sala 1999an de Komploya Navneteweyî dest pê kiribû û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9ê Cotmehê ji Sûriyeyê derketibû û berê xwe dabû Yewnanistanê. Hem dewletên hegoman hem jî Tirkiye li ser Sûriyeyê zextê xwe mezin kiribûn. Taybetmendiya Rêberê Gelê Kurd ew bû ku tu carî nedixwest hevalbendiyê wî, ji bona wî bikevin di nava rewşekî nebaş de. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê rojê wiha pênase kiribû: “9ê Cotmehê balafira min daket Atinaye, wê rojê Sûriyeyiyan bêhna xwe dabûn.”

Biryara çalakiyê

Agahiya derketina Sûriyeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî Kurdistanê re belav bûbû. Ji ber ku gelê Kurd li dora Rêbertiya xwe, xwe kiribû xelek ev agahî jî di nava gelê Kurd de bûbû sedema hêrsekî mezin. Yek ji wan kesên ku di nava xwe de agir hebû, girtiyê bi navê Xalit Oral bû. Xalit Oral di sala 1992yan de tev li têkoşînê bûbû û di sala 1994an de hatibû girtin. Xalit Oral ji nêz ve Komploya Navnetewî dişopand. Xalit Oral hevalên xwe re bi van gotinan dike “Êrîşeke giran li ser Rêbertiya me heye, divê tişt werin kirin, ez pir lê hûr dibim lê bi teqezî divê tişt werin kirin lê çi? Xalit Oral û hevalên wî di 8ê Cotmehê de bi van gotinên tevdigerin û biryara çalakiyê didin.

Hûn nikarin roja me tarî bikin

Xalit Oral di 9ê Cotmeha 1999an de li Girtîgeha Mereşê li dijî Komploya Navnetewî bedena xwe dide ber agir û dibe şehîdê yekemîn ê çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin”. Xalit Oral li pey xwe nameyekî dihêle û wiha bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike: “Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke dî dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabe te careke dî nîşan bidim. Û bi vê çalakiya xwe dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe li bara dijmin nîşan bidim. Û dîsa dixwazim tolê hilînim. Ez negihaştim wê şerefê ku cenabe te bibînim. Lê her demê di dilê xwe de te hîs dikim. Bêguman çalakiya min wê bi TCê gav nede avêtin. Lê wê vê bibînin, heke ziyaneke biçûk were ser te, hemû gelê me wê cîhanê li wan bike zindan. Ji ber ku heke li vê cîhanê navê me tê hildan û me bi tiştekî dihesibînin, ev bi temamî bi ked û hewldana we ya mezin e.”

Gelek kes dan pey rêça Xalit Oral

Piştî Xalit Oral, 18ê Cotmeha 1998an Murat Kaya ku li girtîgeha Bartinê girtî bû, Mehmet Gul jî di 19ê Cotmeha 1998an de li girtîgeha Amasyayê çalakiya, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” kirin. Piştî van çalakiyan êdî ne tenê kadroyên PKKê çalakiyan li dar dixistin. Tevahî gelê Kurd bi agirê bedana xwe dixwestin Rêberê xwe biparêzin. 13ê Mijdara 19998an Erdal Çeken ê ku li girtîgeha Mêrdînê girtîbû, 27ê Mijdara 1998an Cemîl Ozalp, 13ê Kanûnê Hatîce Falay a 55 salî çalakî li dar xistin. Mehmet Aydin 13ê Mijdara 1998an bedena xwe dabû ber agir û şehîd ket. Mehmet Aydin jî li pey xwe van gotinên hiştibû: “Deqeyeke bêyî Apo ji bo PKKê, ji bo me tê çi maneyê ji 9ê Cotmehê û wir ve difikirim. Encamên ku ez gihaştimê pir kambax bûn. Hêzên tarî ji bo ku bi vê dizanin hûn kirine navenda êrîşên xwe de. Hûn yekîtiya me, sedema bûyina me, ne. Sedema van êrîşan ev e.”

Çalakiya bi bandor

Dema ku dîrok bûbû 17ê Mijdarê çalakiya herî bi bandor ya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatibû lidarxistin. Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) li paytexta Rûsya Moskovayê li ber avahiya parlamentoyê bedena xwe dabûn ber agir. Di sarbûna Rûsyayê de her du lehengên Kurdistanê bûbûn agirê azadiyê û çavê tevahî gelê Kurd ronî kiribûn. Dîmenê her du çalakvan û lehengên gelê Kurd kêlî bi kêlî hatibû qeydkirin û li televîzyonan hatibû weşandin. Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Tayhan) dema ku bedana xwe dabûn ber agir bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz dikiran. Ev dîmen, sekn û dirûşme ketibû mejiyê tevahî gelê Kurd û hêrsekî mezin dabû afirandin. Bi çalakiya her du lehengên Kurdistanê hate dîtin ku gelê ku li dora Rêberê xwe dikarê her tiştî bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bang li gelê Kurd kiribû: “Van rojên dawî çalakiyên xweşewitandinê didomin, herî dawî li girtîgehan heşt, li Rûsyayê du (ku yek ji van şehîd bû), li Elmanya yek û îro jî li Romayê hevalekî me yê pir hêja bedena xwe da ber êgir. Nexasim li ser vê çalakiya li Romayê ku pir dilgermî em lê têne pêşwazîkirin dixwazim bang li gelê me bikin, ez dixwazim bi teqezî û demildest dawî li wan çalakiyan were anîn ku bi rengê xweşewitandinê dawî li jiyana xwe tînin. Ez dilsoziya bi me û vê lehengiyê bi hemû hebûna xwe slav dikim. Lê ez bi rengê talîmatê diyar dikim, kesên ku dilsozê me ne, ji niha û pê de divê bi teqezî van çalakiyên wiha nekin, demildest dawî li van çalakiyan bînin. Ez ji her alî ve baş im, biryardariya me coşiyê dide min û em mizgînî didin ku azadî nêzîk e. Bi vê bingehê, bi baweriya van çalakiyên ku me xemgîn dikin ku pê dawî li jiyana xwe tînin êdî dubare nebin we hemûyan ji dil û bi hezkirin silav dikim.”

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de bi encama Komploya Navnetewî radestî Tirkiyeyê hate kirin çalakî berdewam kirin. Di encama çalakiyan de sedan zêdetir kes bedena xwe dan ber agir û dehan kes şehîd ketin.

MEHMET XALIT ORAL:

9ê Cotmeha 1998an li Girtîgeha li Gurgumê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET GUL:

19ê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Manîsayê bedena xwe da ber agir 27ê Cotmeha 1998an şehîd bû.

BULENT BAYRAM:

21ê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ALÎ AYDIN:

21ê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HASAN ÎSA HASAN:

22yê Cotmeha 1998an li Qamişloyê bedena xwe da ber agir, 25ê Cotmeha 1998an şehîd bû.

SELAMET MENTEŞ:

23yê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir şehîd bû.

AYNÛR ARTAN (ROTÎNDA):

23yê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÎRZE SEVÎMLÎ:

26ê Cotmeha 1998an li Girtîgeha Erziromê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

BERZAN OZTURK (MÛRAT):

1ê Midara 1998an li girtîgeheke ya bajarê Stammheîm a Elmanyayê bedena xwe da ber agir, 4ê Çileya 1999an şehîd bû.

MEHMET AYDIN:

13ê Mijdara 1998an li Girtîgeheke ya Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ERDAL ÇEKEN:

14ê Mijdara 1998an li Girtîgeheke ya Midyadê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

KADRÎ ÎLHAN:

16ê Mijdara 1998an li girtîgeheke ya Sêrtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ADNAN KARATAŞ:

17ê Mijdara 1998an li girtîgeheke ya Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

AHMET YILDIRIM:

17ê Midara 1998an li Moskovayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

REMZÎ AKKÛŞ:

17ê Mijdara 1998an li Moskovayê Bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EMRÛLLAH DAMLACI (SEYÎT BAYRAM):

18ê Mijdara 1998an li Dêrikê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

CEMÎL OZALP:

27ê Mijdara 1998an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÎRZA ÇÛBÛKÇÛ:

27ê Mijdara 1998an li girtîgeheke ya Êlihê piştî Rojiya Mirinê şehîd bû.

YAVÛZ GUZEL:

30ê Mijdara 1998an li girtîgeheke ya Bartinê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HATÎCE FALAY:

13ê Kanûna 1998an li Bagcilar a Stenbolê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

TAYLAN OZGUR KAHRAMAN:

21ê Kanûna 1998an li Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAZLÛM ONCEL:

16ê Sibata 1999an li girtîgeheke ya Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

KAHRAMAN DENLÎ:

16ê sibata 1999an li ser sûrên Amedê dirûşma Bijî Serok Apo qîr kir û agir berda bedena xwe, 10 roj piştre li Nexweşxanaeya Nimûne ya Edene ya Gordugu şehîd bû.

SERPÎL POLAT:

17ê Sibata 1999an li girtîgeheke ya Sakaryayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

NEZAHAT BARACI (ŞEHRÎSTAN BOTAN):

20ê Adara 1999an li Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MÛRAT YEŞÎLGOZ

8ê Tebaxa 1999an li girtîgehek ya Amasyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HUKMIYE SEYHAN (RÛKEN BERÎTAN):

23yê Kanûna 1999an li Rûsyayê bedena xwe daye ber agir û şehîd bû.

MAHMÛT YENER:

22yê Hezîrana 2000î li Amedê bedena xwe da ber agir, 8ê Tîrmeha 2000î li nexweşxaneyê şehîd bû.

NESRÎN TEKE:

9ê Tîrmeha 2000î li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ESEN ASLAN:

3yê Tebaxa 2000î li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ERDOGAN KAHRAMAN (YEKTA):

28ê Adara 2004ê li Qamişlo bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SERDAR ARI:

25ê Cotmeha 2005an li girtîgeheke ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

FATOŞ SAGLAMGOZ (SEMA):

11ê Mijdara 2003an li Qada Gûstaf Adolf a Goteborg a Swêdê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

AYNÛR YAŞLI:

30ê Adara 2006ê li Antalyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

LEYLA WALÎ HASAN (VIYAN SORAN):

1ê Sibata 2006an li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bedana xwe da ber agir û şehîd bû.

VEYSÎ KAYA:

28ê Sibata 2006ê li Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ELEFTERÎYA FORTÛLAKÎ:

24ê Adara 2006ê li paytexta Yewnanistan Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EBÛ MUSLUM DOGAN:

15ê Sibata 20010ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MUSTAFA MALÇOK:

15ê Sibata 2011an li Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

EVRÎM DEMÎR:

14ê Tîrmeha 2011an li navçeya Kopê ya Mûşê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

FIRAT ÎZGÎN:

12Ê Kanûna 2011an li navçeya Midyad a Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET ŞERÎF SAKLI:

4ê Hezîrana 2012an li navçeya Mûdayana ya Bûrsayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET YALÇIN:

1ê Tebaxa 2012an li navçeya Qoser a Mêrdînê li pêşiya Qesra Edliyeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SERDAL YEKTAŞ:

9ê Cotmeha 2012an li Rihayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ABDÛLKADÎR ATÎLLA:

11ê Adara 2012an li taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edeneyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAHSÛN OZEN:

22yê Kanûna 2012an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

NAZELÎN KORKÛT:

14ê Sibata 2018an li Îzmîrê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

HADÎKA DOGRU (HEVÎDAR SERHED):

15ê Sibata 2016an li Kobanê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

UMÎT ACAR:

27ê Îlona 2018an li bajarê Munîh ê Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

YONCA AKICI:

9ê Adara 2019an li Girtîgeha Şakranê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ZULKUF GEZEN:

17Ê Adara 2019an li Girtîgeha Tekîrdagê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ÛGÛR ŞAKAR:

22yê Adara 2019an li bajarê Krefeld a Elmanyayê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.

AYTEN BEÇET:

23yê Adara 2019an li Girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ZEHRA SAGLAM:

24ê Adara 2019an li Girtîgeha Oltuyê bedena xwe da ber agir û şehdî bû.

MEDYA ÇINAR:

25ê Adara 2019an li Girtîgeha Mêrdînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

SÎRAÇ YUKSEK:

2yê Nîsana 2019an li Girtîgeha Osmaniye bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

MAHSÛM PAMAY:

5ê Nîsana 2019an li Girtîgeha Xarpêtê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

BÛBO TAŞ:

12 Çileya 2023yan li navçeya Artûklûya Merdînê bedana xwe da ber agir û şehîd bû.

MEHMET AKAR:

16 Çileya 2023yan li navçeya Sûra Amedê bedana xwe da ber agir û şehîd bû.

Etîket: Abdullah OcalanagirçalakgerHun nikarin roja me tarî bikinKomploRêberê Gelê KurdŞehadetTevgera Azadiyêxwe şewitandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

‘Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û bi awayek azad siyasetê bike’

8 COTMEH 2026
Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

Mahmût Şakar: Bi komploya navdewletî re hemû hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin

8 COTMEH 2026
Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê   Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

8 COTMEH 2026
Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

Ji bo meşa 9ê Cotmehê bang: Divê gel weke lêhiyê biherike qadan

8 COTMEH 2026
Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

Parêzer Erbey: Pûçkirina komploya 9ê Cotmehê ji bo Kurdan serkeftineke mezin e

8 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne