Serokê Amedsporê Nahît Eren û Dîrektor Besnîk Hasî serdana Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir.
Serokê Amedsporê Nahît Eren, Serokê Lijneya Îstîşareyê Nesîh Aktepe, Seroka Duyemîn Şengul Sarûhanoglû û Dîrektorê Teknîk Besnîk Hasî ên Amedsporê serdana 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kir.
Heyeta Amedsporê bi weşanxane û nivîskaran re hatin gel hev û li ser pêşengeh û pirtûkan axivîn. Nahît Eren xwest ku hemû gelê Amedê serdana pêşengehê bike û dan û stendina pirtûkan bike.
















