Li gundê Bediyê yê Êlihê di bin navên xebatên Herêma Organîze Senayiyê (OSB) de dînamîk tên taqandin û şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan.
Li gundê Bediyê yê Êlihê di bin navên xebatên Herêma Organîze Senayiyê (OSB) de gelek cihên derdora gund bi dînamîtan tên taqandin. Gundiyan diyar dikin ku xebatên li ser herêmên çêrgehê ya nêzîkî 3 hezar û 200 donimî, bandoreke neyînî li ser xwedîkirina ajalab dike û gotin; “Ev rewşa heyî dibe ku wan neçarî koçkirina ji gund jî bike.”
Şêniyên gund bertek nîşanî teqandina dînamîtan û xebatên tên meşandin dan û ji bo çareserkirina mexdûriyeta xwe bang li rayedaran kirin.













