• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Firat Tunç / AW

29 ÎLON 2026 - 08:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Namzetê Serokatiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qoserê Sedat Ege derbarê armanc û projeyên xwe yên ji bo rêveberiya nû anî ziman ku ew bi armanca guhertin, zelalî û ji bo ciwanan afirandina derfetên kar bûye namzet û wiha got: “Qoser ji 42 bajêrên Tirkiyeyê mezintir e, lê mîna gundekî maye. Em dixwazin vê rewşê biguherînin û odeya bazirganiyê bikin odeya gel.”

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê (TSO), di 1ê Cotmeha 2026an de ji bo rêveberiya xwe ya nû diyar bike diçe ser sindoqan. Di odeyê de ku 7 hezar û 113 endamên qeydkirî hene û hejmara endamên ku dê deng bi kar bînin jî 3 hezar û 220 in. Ji sala 1991an vir ve serokatiya odeyê neguherî ye. Vê carê bi Lîsteya Kesk Sedat Ege û tîma xwedî îdiaya serkeftinê ne û bi vê îdiayê biçin hilbijartinê. Namzetê Serokatiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qoserê Sedat Ege derbarê hilbijartinê û armancên rêveberiya xwe de ji ajansa me re axivî.

‘Di odeyê de şefafîyek û kadroyeke nû divê pêk were’

Sedat Ege diyar kir ku ew ji bo guhertinê bûye namzet û wiha got: “Berî her tiştî li vir divê guhartinek çêbibe. Ji bo ku di hundirê odeyê de şefafiyetek çêbibe û kadroyeke nû û xurt bê rêveberiyê, em bûn namzet. Divê di hundirê odeyê de her tişt paqij û berçav bibe da ku civak û endamên me bizanibin çi heye û çi tune ye.Wextê em diçin odeyê, bila milet bizanibe ku ev ode, odeya gel e. Ji bo belgeya faliyetê û belgeya qeyda odeyê em pere ji kesî nastînin, em ê wan belaş bikin endam. Her wiha di avakirina şirketan de jî em ê bihayên xizmetê bînin asta standard a Tirkiyeyê.”

Sedat Ege

‘Em sînorê 2 heyeman datînin, deriyan ji ciwanan re vedikin’

Sedat Ege da zanîn ku ew ji bo desthilateke daîmî nebûne namzet û xwest ku rê li ber nifşên nû bê vekirin û wiha pê de çû: “Sînorê me yê rêveberiyê 5 sal in. Piştî du heyaman (10 sal) em ê nebin namzet. Tiştên me soz dane me anîn cih, bila piştî me ciwanekî din bê û guhartineke nû çêbike. Lê piştî wezîfeyê jî em ê ezmûna xwe ji bo alîkariya wan bi kar bînin.”

‘Qoser ji 42 bajêrî mezintir e lê mîna gundekî maye’

Sedat Ege di berdewamiya axaftina xwe de behsa potansiyela aborî ya Qoserê jî kir û destnîşan kir ku divê pêşî li ber koçberî û betaliya ciwanan bê girtin û ev yek anî ziman: “Nifûsa Qoserê ji 42 bajêrên Tirkiyeyê mezintir e. Qoser di bazirganiyê de û di danûstandina derve de xwedî potansiyelek mezin e. Lê Qosera me îro mîna gundekî maye û di warê xizmetê de li paş maye. Mebesta me ew e ku em navçeya xwe bilind bikin, sermayedar û karsazên xwe yên çûne derve bînin vir da ku ji ciwanên me re derfetên kar biafirînin. Em naxwazin ciwanên me biçin derve û li cîhekî din bibin karker.”

‘Şer bar e, em aramî û aştiyê dixwazin’

Sedat Ege bal kişand rewşa siyasî û aborî ya herêmê û diyar kir ku bandora aramiya civakî û aştiyê li ser bazirganiyê heye û wiha axivî: “Barê şer giran e, em şer naxwazin. Daxwaza me ew e ku rewş ber bi başiyê ve biçe da ku ne gêncêm me û ne jî kesekî din di vî şer û pevçûnan de neêşin. Gava şert û merc baştir bibin, bazirganî jî dê li pêş bikeve û mirovên me dê paşve vegerin.”

Banga ji bo roja hilbijartinê

Sedat Ege di dawiya axaftina xwe de bang li hemû endamên odeyê kir ku roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û wiha got: “Ev şeş meh in me bername û projeyên xwe bi gel û bazirganên xwe re parve kirine. Me du salon ji bo hilbijartinê amade kirine. Em ji hemû endamê xwe dixwazin ku werin bi wijdana xwe dengê xwe bidin. Divê endamên odeyê sîrkûyên îzmeyê yan jî belgeya rayedar a şirketê li ser înternetê derxînin, bi xwe re bînin hilbijartina odeyê û dengê xwe bi kar bînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê pîşeya hesinkariyê li ber mirinê ye: Karekî qedîm e divê neqede

Li Wanê pîşeya hesinkariyê li ber mirinê ye: Karekî qedîm e divê neqede

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

29 ÎLON 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 29ê ÎLONA 2026an

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Wanî: Ji ber bihabûnê em tiştan bi deyn distînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Heta şaneya xwe ya dawî jî li ber xwe da: Devran Bedlîs

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne