Li Amedê 2yemîn Kongreya Derûniyê ya Mezopotamyayê ev sê roj in didome. Derûnnasên pispor ku tev li kongreyê bûne diyar kirin ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola derûnnasan girîng e û gotin ku ew dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî xebatên xwe bikin.
2yemîn Kongreya Derûniyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ve bi dirûşma ‘Mirov divê derûniya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike’ tê organîzekirin, li Navenda Kongreyê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja xwe ya sêyemîn de jî didome. Di kongreyê de ku zêdetirîn 50 axivêrên ji çar parçeyên Kurdistanê, dîaspora û bajêrên cûda yên Tirkiyeyê aniye cem hev, panel û komxebatên cûda hatin lidarxistin.
Derûnnasên ku tev li kongreyê bûne derbarê xebatên xwe yê li ser zimanê Kurdî û kongreyê de ji ajansa me re axivîn.

Mazlum Etgul anî ziman ku ji bo wan ew kongre balkêş û pîroz e û wiha got: “Nêzîkî sal û nîv e em vê xebatê dimeşînin. Em dixwazin derûnnasiyê binirxînin. Derûnnasî çi ye, ser axa me, ser zimanê me, ser nasnameya me tê çi wateyê em dixwazin binirxînin. Niha em di pêvajoyeke girîng de ne. Pêvajo ser civakê, ser siyasete û qadên din li ser gelê Kurd bandor dike. Mafê gelê Kurd hatiye binpêkirin, di zagonan de nehatiye nas kirin. Em jî armanc dikin ku di vê pêvajoyê de derûnnas dikarin çi bikin, derxînin holê. Lê belê wekî ku tê zanîn heger mafê gele Kurd neyê naskirin, bi rastî ev pêvajo jî pêş ve naçe. Em bawer dikin ku di demên pêş de li ser zimanê kurdî, li ser nasnameya Kurdî dê gavên girîng bêne avêtin.”
‘Hevîdar im xebatên bi vî awayî zêde bibin’

Azad Dildar Gundercî jî da zanîn ku di konferansê de li ser zimanê zikmakî û nasnameya gelê Kurd nirxandinên girîng hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Ez hêvîdar im xebatên bi awayî gelek zêde bibin. Hefteyekî paşê li Mêrdînê sempozyumek heye. Ew jî li ser edalet û tenduristiya derûnî ye û zimanê sempozyumê jî bi Kurdî ye. Ji bo zimanê Kurdî û darûnnasên komeleyên Kurdî ev tiştekî gelek baş e. Ez hêvîdar im sempozyumên bi vî rengî gelek zêde bibin.”
‘Rola derûnnasan jî di vê pêvajoyê de pir girîng e’

Ebrû Akkoyûn anî ziman ku ew ji bo ziman û nasnameya gelê Kurd hatine cem hev û wiha bi lêv kir: “Em li ser zimanê zikmakî nirxandinan dikin. Ji ber ku em baş dizanin ziman û nasame pir girîng e. Ji bo gelan, ji bo kesan, ji bo zarokan jî. Heta mirov zimanê xwe yê zikmakî nezane, neaxive û belav neke di jiyanê de valahî çê dibe. Helbet em niha hem li Amedê, hem jî li Stenbolê, gelek caran atolye, sempozyum an jî panelan pêk tînin û dê em ê bidomînin jî. Em li ser ziman, nasname, travmayên civakî û aştiyê axivîn. Em jî dixwazin derûnnas, xwendekarên derûnnas bên tev li me bibin em bi hev re nirxandinê xwe bikin. Em ê helbet piştî sê rojên kongreyê xebat û nirxandinê xwe bidomînin. Ji ber ku rola derûnnasan jî di vê pêvajoyê de pir girîng e.”
‘Em armanc dikin ku xebatên xwe zêde bikin’

Erkan Yildirim destnîşan kir ku ew xebatên xwe li ser pirsgirêkên mirovan dimeşînin û ev nirxandin kir: “Em dixwazin peywendiya di navbera me û gel de bihêz be û em xebatên xwe bi Kurdî bidomînin. Dema em diçin qada xebatê û xebatên xwe bi rêve dibin, em dibînin ku em derbarê lîteratûra derûnnasiyê ya Kurdî de pir tiştan nizanin. Ji ber vê yekê, dema ku me xebatên xwe dikir, kêmasiyên me derdiketin holê. Me xwest van kêmasiyan ji holê rakin. Piştî wan xebatên xwe, em dixwazin ferhengekê jî amade bikin. Em dixwazin ev ferheng bi zimanê me be, bibe wêjeya me. Bi vê yekê em armanc dikin ku xebatên xwe hêsan bikin û berhemdariya xwe zêde bikin.”
‘Kongreyeke bi vî rengî cara yekem e pêk tê’

Her wiha Mahsûn Aydin jî bal kişand ser xebatên bi zimanê zikmakî û wiha axivî: “Em derûnnas ji bo zimanê xwe hatine cemhev. Li ser ziman û nasnamê me ev kongreyê pêk anî. Me lêkolînên xwe, fikrên xwe bi hev re parve kir. Li her çar parçeyê Kurdistanê jî li ser ziman û nasnameyê çi lêkolîn hene me nirxand. Berpirsyariya me ya ji bo ziman çi ye, me derxistin holê. Li ser encamên kongreyê em ê xebatan deynin pêşiya xwe û wisa bimeşin. Li ser derûniyê, li ser derûniya civakê, li ser zimanê Kurdî kongreyeke bi vî rengê nehatiye çêkirin, ev yekemîn e. Me jî biryar da ku li ser zimanê xwe kongreyekî pêk bînin. Em bi vî armancî civiyan.”







