Xizmên Windayan û Nûnerên Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê di hefteya 246an de pirsa kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan, di hefteya 246an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” berdewam kir. Endam û rêveber li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê kom bûn û xwestin kujerên şivanên bi navê Mehmet Urun, Salih Urun, Omer Urun, Siddik Yakut, Mehmet Yakut, Omer Kaçan û Abdullah Kert ên di 1990î de hatin kuştin bên dîtin û cezakirin.
Rêveberê ÎHDê Ozan Akbaş daxuyanî da û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Ozan Akbaş da zanîn ku 7 şivan 36 sal berê hatin kuştin, lê hîn kujerên wan serbest digerin û xwest kujer bêne darizandin.













