Şaxa Egîtîm Senê yê Rihayê êrîşa li Manisayê ya li ser dibistanekê hate kirin bi daxuyaniyekê protesto kir û bang li MEBê kir ku li şûna cil û bergan, ewlehiya dibistanan pêk bîne.
Şaxa Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Rihayê, êrîşa li dibistaneke Tûrgûtlû ta Manisayê pêk hatî bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir. Daxuyanî li ber AVMa Novada Parkê hate lidarxistin. Rêxistina DEM Partî ya Rihayê, pêkhateyên KESKê, mamoste û malbat beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dibistana ewle, paşeroja ewle dixwazin” hate vekirin.
‘Bila MEB li şûna cilan, ewlehiya dibistanan bide ber çavan’
Metna çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Rihayê Murat Oruç ve hate xwendin. Murat Oruç bal kişand ser girîngiya tedbîran û diyar kir ku ji bo hawirdoreke ewle li dibistanan divê hemû tedbîrên pêwîst bên girtin û berpirsiyar jî bi rengekî karker û cezakirî bên cezakirin.
Murat Oruç bang li Wezareta Perwerdehiya (MEB) kir û got: “Li şûna ku MEB bi cil û bergên mamoste û xwendakaran re mijûl bibe, divê ji bo veguherandina dibistanan a bo jîngeheke ewle gavan bavêje.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Wezîr îstifa” û “Dibistana ewle, paşeroja ewle” bi dawî bû.















