Bêrîcan Paksoy derbarê birayê xwe Mesut Paksoy ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku ew zarokên bavekî Kurd û dayikeke Tirk bûn û wiha got: “Vegotina birayê min ê mezin gelek zehmet e. Ew kesek bû ku her tim parêzvanê aştiyê û wekheviya gelan bû. Min her tim ew ji xwe re dikir mînak û rêz jê re digirt; em bi wî serbilind im.”
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bernameyên bîranînê pêk hatin. Li gelek deverên Kurdistanê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristanêyê Winda Kirine (MEBYA-DER), li Dîlokê bernameya bîranînê pêk hat.
Yek ji kesên ku navê wî eşkere bû jî endamê Tevgera Azadiyê Mesût Paksoy (Aras Piling Goyî) bû. Ew di 27ê Tebaxa 2015an de li devera Metînayê ya Başûrê Kurdistanê di şerekî bi artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dide. Ew li Dîlokê çêdibe û mezin dibe. Piştî ku têkoşîna azadiya Kurdistanê nas dike, berê xwe dide çiya û li ber xwe dide.
Xwişka Mesut Paksoy, Bêrîcan Paksoy derbarê jiyana birayê xwe de û pêvajoya aştiyê de axivî.
‘Di kevneşopiya şoreşê de mezin bû’
Bêrîcan Paksoy da zanîn ku bavê wê Kurd lê dayika wê Tirk e û seranserê jiyanê bi kevneşopiya şoreşê mezin bûne û wiha got: “Vegotina birayê min pir zehmete. Ew her tiştê min bû. Her tiştê min girt û bir. Ew her tim alî yekitiya gelan bû, her tim aştî dixwest û li alî kedkar û karkeran bû. Min her tim ew mînak girt. Em pê serbilind in. Birayê min pir pirtûk dixwend, lêkolîn dikir.Em di nav têkoşînê de hatin dinê. Me têkoşîna Kurdan dizanibû. Em bi vê mezin bûn. Em ji kevneşopiyek wisa hatin. Birayê min ji vê bandor bû û tevli têkoşînê bû. Bi hişmendiyek wêrekî li aliyê vê dozê bû.”
‘Her tişt bi saya şehîdan e’
Bêrîcan Paksoy da zanîn ku azadiya gelê Kurd bi saya têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye û ev nirxandin kir: “Hemû şehîdên me û yên niha hîna têdikoşin, ji bo me têkoşîn meşandin. Îro li vir şîn tê danîn, Kurdî tê axafitin, li meclîsê Kurdî tê axaftin. Ev bi saya şehîdên me ye. Divê em zêdetir xwedî li Kurdî derkevin. Xwe rêxistin bikin. Divê em dîroka xwe ji bîr nekin ji bo vê divê bi nivîskî bê ragîhandin.”
‘Divê em hev hembêz bikin’
Bêrîcan Paksoy diyar kir ku ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin divê bi serkeve û wiha bang li gelê Kurd û Tirk kir: “Ev ax aştiyê heq dike. Em bi xwîna şehÎdan hatine vê astê. Hêvîdar im wek malbatên Kurd yênTirk jî aştiyê bixwazin. Em wekhevin, em xwişk û bira ne. Divê em di hişmendiya ku aştiyê heq dikin hev hembêz bikin.”













