Stenbol – Necatî Ay (Devran Bedlîs) di zaroktiya xwe de nexweşiya felcê derbas dike lê nexweşî ji bo wî nabe asteng û dibe têkoşerekî mezin. Necatî Ay di sala 2006an de tev li Têkoşîna Azadiya Kurd dibe. Bi salan bi gotina ‘heta yek şaneya me saxlem bimîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’ li ber xwe dide û di sala 2010an de şehîd dikeve.
Gelê Kurd piştî ku ji aliyê leşkeran ve gundê wan hate şewitandin neçar dimîne koçî metropolên Tirkiyeyê dike. Li Kurdistanê ji ber zext, zordarî û şerê germ e germ kurd dikevin ser rêya koçberiyê. Lê cihê ku koç dikin jî zext, zordarî û şer li pey wan bernade. Li metropolan şerê taybet êdî li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi polîtîkayên şerê psîkolojîk re dixwestin gelê Kurd asîmîle bikin. Lê gelê Kurd çawa ku li her derî li ber xwe da, li metropolên Tirkiyeyê jî bi berxwedana xwe çand, ziman û hebûna xwe parast. Ev berxwedan bi salan e didome û her ku diçe mezintir dibe.
Hem dibe xebatkarek hem jî dibe şoreşgerek

Malbata Ay jî yek ji wan malbatan e ku ji Kurdistanê koçî Stenbolê kirine. Malbata Ay ji salên 90î ji Bedlîsê koçî Stenbolê dike. Li Stenbolê her kolan, tax û navçeyan malbatekî Kurd ku ji Kurdistanê koçî Stenbolê kirinê hene. Li her mal, kolan û taxê têkoşîna gelê Kurd bilind dibe. Ji ber ku polîtîkayên bişaftinê û şerê taybet jî li pey Kurdan hatiye. Necatî Ay jî di nava rewşekî wisa de dijî. Necatî di zaroktiya xwe de nexweşiya felcê derbas dike. Lê ev tu carî ji bo wî nabe astengî. Necatî Ay piştî xwendina dibistana seretayî xilas dike ji bo alîkariya debara malbata xwe bike dest bi kar dike. Hem dibe xebatkarek hem jî dibe şoreşgerek. Piştî ku dikeve nava jiyana xebatê nakokiyên di nava pergalê de dibîne. Ev nakokî dibin sedema naskirina tevgera azadiyê. Necatî Ay piştî ku tevgerê nas dike êdî têkoşîna xwe derdixe astekî bilindtir û di sala 2006an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û navê Devran Bedlîs li xwe dike. Ji malbatê yekemîn Necatî Ay tev li gerîla dibe. Bi tevlîbûna Necatî re malbat têkoşîna xwe bi Necatî re mezintir dike. Necatî Ay 4 salan bênavber ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe û dibe şervanekî Apoyî. Necatî Ay di sala 2010an de jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd dikeve.
Dayik di rêya girtîgehê de jiyana xwe ji dest dide
Zext û zordariya dewletê herdem li pey Malbata Ay e. Bajar, gund, tax cuda dibe lê zext û zordariya dewletê heman rengî ye û dev jê wan bernade. Birayê Necatî Ay, Hayrettîn Ay di salên 90î de tê girtin û cezaya muebetê lê tê birîn. Dayik Melek Ay jî emrê wê li ser rêya çûyîna girtîgehan de diçe. Dayik Melek Ay dema dixwaze biçe hevdîtina kurê xwe otobusa ku lê siwar bibû qeza dike û dayik jiyana xwe ji dest dide.
‘Daxwaza wî çiyê bû, li pey daxwaza xwe çû’

Bavê Necatî Ay, Nûrettîn Ay diyar kir ku ew bi kêfa xwe koçî Stenbolê nekirine û ev tişt anî ziman: “Gerîla ji gundê me derbas dibûn. Leşkeran jî her car dihat gundê me. Me li qada gundê kom dikiran, çiyayên me dişewitandin. Ji ber her car operasyon hebû me koçî Stenbolê kir. Necatî li Stenbolê hate dinê. Di zarokatiya xwe de nexweşiya felcê derbas kir. Necatî zarokekî jêhatî bû, lê ji ber nexweşiya xwe gelek nexweşxaneyê geriya. Heta dibistana serêtayî xwend. Piştî dibistanê dest bi kar kir. Kesek bêdeng bû, tu tişt ji me re nedigot. Roja çû jî ji me re tu tişt negot. Diçû çalakiyan lê ji me re nedigot. Daxwaza wî çiyê bû, li pey daxwaza xwe çû. Di ser de jî kurê min Hayrettîn Ay li gund hate girtin. Gilî li ser kurê min kirin û wisa hate girtin û cezaya muebbeta giran lê hate birîn.”









