Xizmên rojnamevan Qehreman Şukrî ragihand ku ev du roj in rewşa tenduristî û derûnî ya rojnamevanê girtî pir xirab bûye û destnîşan kirin ku ji ber deman nekirin û çareseriyên tenduristî, rêgiriyên tundî rewşa Qehreman ketiye jêr metirsiyeke mezin û cidî.
Çavkaniyeke nêzîk a kesûkarên rojnamevan Qehreman Şukrî ji Rojnewsê re axivî û têkildarî rewşa dawî ya tenduristî wî de agahî da. Çavkaniyê ragihand ku li gel xirabiya tenduristiyê rewşa derûnî ya Qehreman Şukrî jî pir xirab bûye û got: “Ji ber ku bê navber li ser daxwazên yasayî û mafê rewa yên xwe ye li girtîgehê bê navber şereke dijwar ê derûnî li gel tê kirin. Berpirsên girtîgehê li şûna peydakirina mafê wî, zextê li ser Qehreman zêdetir dike ku dengê wî negihêje ji derve, aliyên têkildarî û dixwazin bi darê zorê bêdeng bikin.”
Li gorî çavkaniyên nêzî malbatê, hate diyarkirin ku ji ber binpêkirinên berdewam û bê edaletî gelek caran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye, lê ji ber xirabiya tenduristî û daxwaza dayîka xwe neçar maye dawî li çalakiya xwe bîne. Hate destnîşankirin ku rêveberên girtîgehê bê navber şerê derûnî li ser zêde kiriye.
Qehreman Şukrî, kurê şehîd Şukrî Zeynedîn ku di xwepêşandanên Şêladizê a sala 2019’an de hate girtin û piştre hate berdane. Lê piştre di 21ê çileya 2021an de li gundê Sirêyê yê Şêladizê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dîsa hate girtin û piştî ku bi mehan a windakirina wî di dîroka 23yê hezîrana 2021an li Dadgeha Sûc a Dihokê bi dadgehkirineke veşartî li gorî xala 1’emîn a Qanûna Hejmar 21 a sala 2003’yan cezayê 7 salan a girtinê hate sepandin. Gelek çalakvan û rojnamevan bi heman madeyê hatin darezandin.
Hêjayî gotinê ye ku Qanûna Rojnamegeriyê ya Hejmar 35 di dosyaya Qehreman Şukrî de bi temamî hatiye paşguhkirin û li gorî parêzer û aktîvîstên mafên mirovan, dadgeh li şûna parastina hiqûqê wekî amûreke siyasî têne bikaranîn da ku dengê azad bitepisînin. Di demê de ku di 9ê tîrmeha 2022’yan de biryara efûyeke taybet û kêmkirina ji sedî 60 cezayê girtîgehê yê Qehreman Şukrî ji aliyê Serokatiya Herêmê ve hatibû derxistin.
Di benda çaremîn a fermanê de eşkere ye ku divê tavilê were bicihanîn, lê rayedarên dadgehê û wezîfedarên girtîgehê ne amade ne fermanê bi cih bînin. Girtî hîn jî di girtîgehê de dihêlin ku ev yek binpêkirineke eşkere ya fermanên qanûnî ye û metirsiya li ser jiyana wî rojnamevanî zêde kiriye.













